Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Özçelîk roja dawîn li Swêdê bû mêvanê Nûnertiya Hukumeta Herêma Kurdistanê li Swêdê. Nûnertiya Herêma Kurdistanê di praktîkê de wezîfa konsolosxanê dike. Berpirsê nûnertiyê Şoreş Qadir tevî karmendê xwe pêşwazî Mustafa Özçelîk û heyeta wî kir. Di heyetê de berpirsên PAK-Swêdê Nîhat Akar, Nîmet Mumtaz Aydin û nivîskar-lêkolîner Mahmûd Lewendî hebû. Di hevdîtinê de berpirsiyarê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan Samîr Amîn û hevalekî xwe jî hazir bû.
Şoreş Qadir xêrhatina Serokê PAKê Mustafa Özçelîk kir û bi kurtasî qala rewşa Kurdên Swêdê û kar û xebatên nûnertiya KRG kir. Mustafa Özçelîk jî bi spasiya dawetkirinê dest bi axaftina xwe kir û qala rewşa bakurê Kurdistana û seyheta xwe ya ji bo Îngilîstanê û Swêdê kir. Hevdûdîtin sohbetek înformatîf û xweş û germ derbas bû.