Mustafa Özçelik: Bi wefata welatperwerê Kurd Behçet Epözdemir gelekî xemgînim

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jiber wefata welatperverê Kurd Behçet Epözdemir peyameke sersaxîyê belav kir.

 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jiber wefata welatperverê Kurd Behçet Epözdemir peyameke sersaxîyê belav kir.

“Welatperwerê Kurd, endamê Meclîsa PSKyê kek Behçet Epözdemir îro(23.03.2020) ji ber nexweşîya penceşêrê koça dawî kir.

Ez gelekî xemgînim..Min dost û hevalekî xwe yê 35 salan wenda kir .

Xwedê bi rehma xwe şad bike..Cîhê wî biheşt be. Sersaxî, sebir û metanetê ji malbat û heval û hogirên wî re, ji gelê me re dixwazim. Sersaxîyê ji hemû rêvebir û endamên PSKyê re dixwazim. Serê me gişa sax be.

Kek Behçet kedkarekî hêja yê doza azadîya gelê me bû. Zû ji nav me koç kir...Gelê Kurdistanê dê ked û xebata kek Behçet tu carî jibîr neke...”

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

 

Siyaset Haberleri

ZINARA EREBÎ - Ehmed Sofî: Erebên hawirde erdên Kurdan difiroşin
Rêzdar Mistefa Hicrî armanca hevpeymaniyê, xebata hevpar bo herifandina rêjîmê ragihand
Nameyeke taybet ji Trump re: Êrişa li dijî Îranê rawestîne
Ferhan Hec Îsa: Zêdetirî 70 gundên Kobaniyê di destê çekdaran de ne
Mezlûm Ebdî: Heke peymana me û Şamê betal bibe, em dê heta dawiyê şer bikin