Mustafa Özçelik: Agirê Newrozê hêviya azadiyê geş dike

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi peyameke Cejna Newrozê pîroz kir û got: "Tu şika me tune ye û divê tunebe jî ku tu kes dê nikaribe rê li ber azadiya Kurdistanê bigire.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik, bi peyameke ku hate Rûpela Nû, Cejna Newrozê li hemû gelê kurd pîroz kir. Di peyamê de Özçelik got:

 

"Agirê Newrozê hêviya azadiyê geş dike

 

Ji rûxandina zilma Dehaqê xwînxwar heta îro, bi dehcaran azadî û Kawayên Hesinkar di himbêza Newrozê de şehîd ketine.

 

Bi dehcaran jî Kawayên nemir bi agirê Newrozê doza azadiyê geş kiriye.

 

Bawerî, hêvî, sebir, tifaq, xebat, biryardarî, têkoşîn jî bûne ardûyên alaviya vî agirî.

 

Di demeke ku ewrên reş û tarî dixwaze welatê me bifetisîne de agire Newrozê dê rêya azdiyê ronî bike.

 

Tu şika me tune ye û divê tunebe jî: tu kes dê nikaribe rê li ber azadiya Kurdistanê bigire.

 

Bi hêvî, bi dilsozî û bi xebateke bê westan em ê mihaqeq bi ser kevin.

 

Ez bi van hest û bîr û baweriyên xwe Newrozê li gelê xwe pîroz dikim."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin