Muna Qehwecî: Tirkmen li Kurdistanê parastî ne, li derveyî Kurdistanê di 

.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehwecî di Konferansa Yekrêzî û Destûrê ya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê de axivî û got, Tirkmen li deverên derveyî Herêma Kurdistanê nayên parastin û jiyana wan di xeterê de ye.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê û Parlementera Turkmen Muna Qehwecî got: "Em Tirkmen, komek xwecihî yên vî welatî, daxwazê ji aliyên siyasî dikin ku nakokiya siyasî bidin aliyekî û tenê li ser pêşnûmaya Destûra Herêma Kurdistanê bisekinin, ji ber ku destûr mafên hemî koman diparêze."

Qehwecî bal kişand ser aramiya li Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkmenan û destnîşan kir: “Tirkmen li deverên derveyî Herêma Kurdistanê nayên parastin, jiyana wan di xeterê de ye. Mafên me li vir li Herêma Kurdistanê têne parastin. Herêmê mînakek baş nîşan daye.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye