MSD: Tirkiyê dest bi proseya tirkkirina Efrînê kiriye

.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî dike, fişarê li Tirkiyê bike, ta ku ji Efrînê derkeve. 

Bajarê EfrînêBajarê EfrînêKurdistan Efrîn Artêşa Tirkiyê Grûpên Çekdaran 
Navenda Nûçeyan (K24) – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî dike, fişarê li Tirkiyê bike, ta ku ji Efrînê derkeve.

MSD di salvegera sêyemîn a dagîrkirina Efrînê de ragihand, ji dema dagîrkirina Efrînê ve û heta niha, Tirkiye û grûpên çekdaran ve, siyasetên dijminane li dijî xelkê Efrînê dimeşînin, piştî koçberkirina ji sedî 80 ji xelkê Efrînê, Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dest bi proseya tirkkirina wê herêmê kirine.

MSD diyar kir, 3 sal in Tirkiyê destê çekdaran di Efrînê de berdaye û kiryar û binpêkirinên hovane li dijî xelkê Efrînê ê kurd dikin û dest datînin ser mal û milkên wan.

Got jî: Tevî rêxistinên mirovî û yasayê yên navdewletî binpêkirinên li Efrînê dibin belge dikin, demografiya wê tê guhartin û bûye cihek ji tundrewî û terorê re, lê civaka navdewletî hîna nikare helwestekê li gor biryar û yasayên navdewletî derbarê Efrînê de bistîne.

MSD daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî kir, hebûna Tirkiyê li Efrînê bi dagîrkirin bi nav bike û fişarê lê bike, ta ku ji Efrînê derkeve.

Herwiha MSDê daxwaz ji Netewên Yekgirtî kiriye, komîteyeke lêkolînê ya navdewletî ya serbixwe pêk bîne û lêkolînan di tawanên grûpên çekdar li Efrînê, diyarkirina çarenivîsa 7 hezar kesên windayî û vegera xelkê Efrînê de bike.

Çavkanî: K4

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin