MSD: "Îtilafa Opozîsyona Sûriyê ne opozîsyon e, nokerê Tirkiyê ye"

.

 Encûmena sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê daxwaza serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir el-Herîrî ya ji bo ku Tirkiyê li dijî navçeyên di bin destê hêzên HSDê de ne destwerdana serbazî bike daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de MSD dibêje Îtîlafê hewl nedaye tiştekî ji bo cîbicîkirina hêviyên Sûriyê bike, lê belê wan bê şermî ji aliyê ku wan bikar tîne xwest ku beşeke bêhtir ji xaka Sûriyê dagir bike û hejmareke bêhtir ji xelkê Sûriyê koçber bike.

MSD herweha dibêje, Îtîlaf di projeyekê de kar dike ku ti ajandaya wê ya niştimanî nîne û rola Îtîlafê tê de tenê rola bikirêgirtiyê tawanbar ê dagîrkeran e.

MSD Îtîlafê bi encamdana êrîşa bo ser nexweşxaneya Efrînê tohmetbar dike û dibêje, her kes dizane kî kujerên sivîlan in û kî dizê zeytûnan in û kî talankerên mal û milkê xelkê ne û kî hawirde di nav malên koçberan de niştecî kirine û kî rojane tawanan encam dide ku casûsên rejîmê û nokerên Tirkiyê ku navê opozisyonê li xwe dikin, wan rewa dibînin.

MSD di daxuyaniya xwe de, daxwazê li Neteweyên Yekbûyî dike komîteyeke navdewletî bêalî dirust bike da ku lêkolînê di tawana êrîşa bo ser nexweşxaneya Efrînê bike û berpirsyarên wê aşkere bike û wan bibe pêş dadgehan.

Di 14ê Hezîran 2021an de serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir el-Herîrî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bang li Serokkomarê Tirkiyê kiribû destwerdaneke serbazî bike ku heremên di bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne derxe.

Herwiha Nasir El-Herîrî di heman daxuyanî de bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden jî kiribû ku piştgiriyê nedin Hêzên Sûriya Demokratîk.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Ziman û wêje - Berken BEREH*
Wezîrê Tirkiyeyê, Bafil Talebanî tehdît kir
110 rojnamevanên Duhokê serdana Wanê dikin
Yekem Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê tê lidarxistin
Mihemed Îsmaîl: Kurd li Sûriyeyê li beranberî erk û gefên mezin in