MSB: Eskerekî jiyana xwe ji dest da

.

Wezareta Parastina Mîllî têkildarî operasyona TSK'ê ya “Pençe-Yıldırım” a di 23'ê Nîsanê de li Metîna, Avaşîn û Zapê dane destpêkirin daxuyanî da û diyar kir ku di şer de eskerekî wan jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Parastina Mîllî (MSB), têkildarî operasyona TSK'ê ya "Pençe- Yıldırım" ku di 23'ê Nîsanê de li ser axa Herêma Federe a kurdistanê li qadên Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin daxuyanî da. MSB'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di şer de eskerê wan ê Çawîşê Pispor Ahmet Asan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniya MBS'ê heta niha tenê 6 eskeran di şer de jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî çavkaniyên herêmî jî heta niha di şer de bi dehan  eskeran jiyana xwe ji dest dane. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye