Motorek li Cindirêsê bi çekdaran ve teqiya

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand, ku bi sedema teqîna motorekî mînkirî li pêşiya baregeheke Feyleq El-Şam li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve 3 çekdar hatin kuştin û 7 çekdarên din birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî diyar kir, ku berî teqînê bi çend demjimêran, şer û pevçûn di navbera girûpên çekdar de qewimîbûn ji ber ku nakokî di nav wan de hebûn, li ser mal û zeviyên ku ji welatiyên deverê stendibûn.

Herwiha Rewangehê tekez kir, ku di wan nakokiyan de û ji encama şer û pevçûnan di navbera wan girûpan de, 17 çekdar bûn qurbanî.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin