Moskow/ Şandeyên Tirk û Sûrî civiyan

Bi serperiştiya Rûsyayê şandeke Tirkiyê derbarê rêkeftina Edene û navçeya aram li Moskoyê li gel şandeke rejîma Esed civiya.

Malpera Geiroon li ser zarê berpirsekî wezareta derve ya Tirkiyê ragehand ku, şandeke berpirsên ewlehiya Tirkiyê li ser daxwaza Rûsyayê û bi serperiştiya wî welatî niha li Moskoyê ye û hevdîtinê li gel şandeke rejîma Esed derbarê navçeya aram û rêkeftina Edenê pêktîne.

Li gor heman çavkaniyê Tirkiyê hevdîtinên bi rejîma Esed re li ser daxwaza Rûsyayê qebûl kir daku Rûsya jî di beramber de piştgiriya her operasyonekê Tirkiyê li bakurê Sûriyê bike.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin