Moskow: Helîkoptera me ji ber sedemên teknîkî ketiye

.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemeke teknîkî li Til Temirê ketiye û ti kesî jî canê xwe ji dest nedaye.

Îro roja yekşemê 27.02.2021ê helîkoptereke Rûsî dema di gera çavdêriyê de bû li rojavayê bajarokê Til Temirê kete xwarê.

Di wê derbarê de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemên teknîkî neçar bû daketiye xwarê û ti kesekî ji tîma helîkopterê jî canê xwe ji dest nedaye.

Wezaretê tekez kir jî, helicopter rastî ti êrîşekê yan ya guleyan nehatiye.

Îro hêzeke Rûsî ku ji çend zirîpoş û 2 helîkopteran pêk dihat ji bo çavdêrîkirina rewşa agirbestê li deverê bikin, dest bi gereke çavdêriyê li rojavayê Qamişlo, Dirbêsiyê, Ebo Rasên û Til Temirê kiribû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye