Moodys: Dibe li Tirkiyê têkçûneke tund a aborî pêk were

Kompaniya navdewletî ya pîvandin û diyarkirina krediya aboriya welatan Moody’s’ ku demek berê pûanê krediya Tirkiyê ji B1ê daxistibû B2 negatîfê bi raporekê ragihand ku aboriya Tirkiyê vegeriyaye beriya sala 1995an.

Moodysê di rapora xwe ya derbarê Tirkiyê de hişyarî da banke û kompaniyên li Tirkiyê ku têkçûneke mezin a aborî li ber derî ye û dibe Banka Gencîneya Tirkiyê jî ber bi îflasê ve biçe.

Herwiha Moody’s xeterî û rîska veberhênanê bo Tirkiyê aniye ziman û bal kişand ser daketina nirxê lîreyê tirk li hember diravên cîhanî yên wekî dolar û euro.

Moodysê hişyarî daye, bi xerabûna cidî ya darayî re îhtimal heye li Tirkiyê develuasyon ango têkçûneke tund a aborî pêk were.

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye