Mixalefeta Kurd û Yekitî -3

Sîrac Kirici

Ev 25-30 sal in rêbazeke tekoşinê ya ku dubare, sêbare tê ceribandin li holê ye.

Encamên vê rêbazê her perîşanîya hemwelatîyên Kurdistanê ye.

Her kuştin,sirgunî û wêrani dibe para wan.

Vê carê rewş ji yên berê cuda ye…

Gel bêdeng e…

Bêdengiyek ku çi serê xwe li hemberî dewletê ditewine û çi jî siyaseta tûndiyê dipejirîne.

Ev bêdengiya mesajekê dide AKPê, dide Dewleta Tirk. Gel dibêje, ‘’Hûn rêya min a têkoşîna sivîl, demokratik bibirin , hûn di siyaseta îmha û înkarê de bi israr bin, ezê jî we protesto bikim.

Bi xwe ez ji vê bêdengîyê mesajek protestoya du alî ji dibînim...

Gel, ji dewletê û ji sîyaseta tûndîyê re dibêje ‘’na’’.

ji mixalefetê re jî dibêje ‘’ev çi halê te ye’’.

Mixalefeta kurd di nav lêgerînên cuda de ye.

Lêgerînên piralî.

Herkesekî  ji alîyê xwe  ve dest bi xebatekê  kirî ye.

Herkes xwe  wek navnişan û xwediyê dagirtina vê valahiyê dibine. Dibêje  ‚‘‘rasti  ez im, altarnatif ez im‘‘...

Ev yeka ji alîyekî baş e. Lê ji alîyê din jî li hemberî avakirina hêzeka xurt û milî  asteng e…Vê gavê hewcedarîya bakurê Kurdistanê bi hêzeka girseyî re heye…Ev girseya karibe li hemberi siyaseta dewletê ya imha û înkarê,li hemberî siyaseta tûndîyê bi deh hezaran kesî bimeşîne ewê gel hewqas perîşan neba.

Dibê mirov rêyekê  ji ”yekkirina potansîyela azadixwaz, demokrat ya Kurdistani” re bibîne. Herweha li gel vê dibê  em navnişaneke  “ tifaqa milî” ava bikin  da ku hemû beşên civatê xwe têde bibînin.

Bi bername, bi vizyon û hedefên siyasi gelek partî ,kes û dor û alîyên siyasî nêzi hev in.

Ji daxwaziya Federasyon heta Konfedarasyonê û ji wir jî heta Serxwebûna Kurdistanê tu ferqa wan tune ye…

Herkes ji Kurdistana Bakûr re statuyê dixwaze.

Rêbazên tekoşina wan nêzi hev in…

Herkes li hemberî sîyaseta îmha û înkarê ye.

Herkes ji têkoşîna tûndiyê bêzar bûye.

Tu devê kê vedike dike hawar û gazincan dike…

Tu devê kê vedike li hemberi siyaseta dewletê û siyaseta tûndiyê behsa  tunebûna mixalefeteka xurt dike.

Wê demê çîye yê rê li ber yekkirin û tifaqan digere; me di dinyayeke  biçûk  de dihelîne?

Partî û serok îro hene sibê tune ne... Lê doza kurd û Kurdistanê ewê her hebe.

Mînaka girse û serokatî li vir bi şiklekî din dimeşe…

Serokatî bi hedef û vizyonek ji Kurdistanê re statu dixwaze lê di pratikê de bi  xeyalên biçûk berê xwe daye cihekî din...

Vê gavê li Kurdistanê sê meyil hene…Ev sê meyil jî di nav xwe de ne  li ser hevin.

Partîya me sloganeke xwe ya stratejîk he ye: Em dibêjin, yên dikarin bibin yek bila bibin yek, yên nikarin bibin yek bila tifakan bikin, yên nikarin tifaqan bikin bila di nav diyalogan de bin, yên nikaribin diyalogan deynin jî bila dijminatîya hevdu nekin.

Lê li gel hemû hewl û xebatên me hîna jî,  ”yên karin bibin yek nabin yek, yên karin yekitiyê bikin yekitiyê nakin”.

Hin helwest û rêbazên lêgerinê mirov dide fikirandin…

Yekitîya welatparêz,demokrat û azadixwaz çawa kare bibe yek...

Beri hertişti dibê em xwe ji qalib û elimandinên salên 1980î bi dûr bixînin.

Dibê em xwe di dikanên biçûk yên gund,navçe û bajaran de nefetisînin; dibê em ”Hiper marketek” ku şaxê wê di her taxê de hebe  ava bikin..Girse li dûv wê bê..Her ku pêwistîya gel bi tiştek hebe berê xwe bide wê navnişanê, bibe stargehek.

Navnişanek ku temsilîya xeteka neteweyî dikin ava bikin.

Gelek caran ez difikirim..

Çi ferqa PAKê, Herketa Azadî, KDP-Bakur, PSK, PAK-KURD, HAK-PAR, ,OSPê ,KDP û bi dehan kesayetên serbixwe,platform,rêxistin û paritiyên ji Kurdistanê re statu dixwazin hene?

Çi ye ferqa me?

Ez dibêm tu ferqek me tune ye…

Hin ferq hebin jî ne ferqên tayinker in.

Jibo çi„Yên dikanin bibin yek“ nabin yek…,“yên nikarin bibin yek tifaqê nakin‘‘ ?

Tecruba PAKê minakeke  ku mirov jê sudê werbigire, li holê ye.. Destpêkeke ji bo yekkirina potansîyela milli, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî. Her ku diçe ev fikir zêdetir di nav gelê me reh dide, mezin dibe.

PAK ji roja ku derketiye qada siyasetê bi gotar, helwest û rêbaza siyaseta xwe rengekî nû anî siyaseta bakurê Kurdistanê...

Guhertin, nûjenî, biratî, hevkarî û ya giring bi perspektiva xwe ya neteweyî û demokratik di demeke  pir kin de bû navnişana xeta Kurdistanî...

Bu dengê,kesên ku ji şer zerarê ditine...

Bu dengê belengaz û feqîran; bû dengê hemû beşên civatê.

Bu dengê oldaran,

Bu dengê azadixwazan,

Bu dengê bi milyonan bêdengan.

Bala herkesî kişand.... Lê PAKê qîma xwe bi vê yekê jî neanî.

Serokê PAKê rêzdar Mustafa Ozçelîk bi daxuyani û hevpeyvînên xwe vê yekê eşkere kir, got:

”Li ser bername, sîyaset û rêbazeke hevbeş ya Kurdistanî,  Navê me jî, serokê me jî, rêvebrîya me jî ne ’xetên sor’ in ku neyên guhertin. Ji bo partîyeke xurt û girseyî, em amade ne her cûre fedakarîyê bikin”.

Belê, Serokê PAKê, derî vekir, kredîyek mezin da platform, partî û kesayetên ku nêzî xwe dibîne. Got, ’’Werin em vê potansiyela ku nêzî hevdu ye, di navnişanekê de kom bikin’’. Ev yeka nîşana samimiyetekê û bi xwe bawerîyê ye…

Ev helwesta bi her awayî amade ye ku bi yên ne wek hevdu ne re jî, di nav hevkarî û tifaqan de be.

Mixabin hin kes di siyaseta ”dikana Beko û sê qalib sabûn” bi israrin

Dem dema yekitî û mudaxeleya pêvajoyê ye…Heger em dixwazin li dijî siyaseta dewletê ya îmha û inkarê wê girseya kurd û Kurdistanî  hembêz bikin ,dive em xetek,siyasetak milî ava bikin.Ez bawer dikim wê demê ev xeta jibo gelê me jî bibe cîhê cazîbeyekê…

Rêya wê jî  ne bi xeyalên mezin e.

Xeyalên mezin jî bi vejinandina nostaljîyê nabe…

Li ser hişmendîya xwedî lêderketina hemû keda doza azadîya Kurdistanê û bi gavên reel û siyaseta nûjen dibe.

07.12.2016