Mistefa Hicrî: Emê hêz û şîyanên xwe lihev girê bidin û xwe ji guhertinan re amade bikin

Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê bi helkefta sala nû a Rojî peyamek belav kir. Wî di peyamê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan - Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê bi helkefta sala nû a Rojî peyamek belav kir. Wî di peyamê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir û got ku civaka Îran û Rojhilat di nîgeranîyê de û bi hin pirsgirêkan re derbas dikin û bi vê rewşê diçin pêşwazîya sala nû. Newroz ji bo me tê wateya rabûn û rasaneke dubare û hêmaya yekbûnê ye.

Peyam wiha ye;

Welatîyên hêja!

Xelkê azadîxwaz û xebatkar ê Rojhilat!

Di rewşa niha a Îranê de ezmûna dehan salan a kirîzan tê ber çavên me û tê bîra me ku ev rejîm di bingeha xwe de li ser kirîzan hatîye avakirin. Di van salan de, vê desthilatê, xwe bi ser civakê de ferz kirîye û lewma jî civakê, hevsengîya xwe ji dest daye û jîyan gihaye asta mirinê. Jîyan û kerameta mirovan têne bêbihakirin. Li wir daxwaza azadî û mafxwazîyê hatîye tepisandin. Kirîzên li pey hev, hem jîyana xelkê navxwe ê Îranê asteng kirine û hem jî sînorên vî welatî derbas kirine.

Bûyerên sala derbasbûyî balkêş in. Eger em şîpela xurt a xwepêşandanên meha Xezelwer binirxînin, xuya dibe ku van bûyeran, berî her tiştî rastîyek nîşanî cîhana dervey Îranê da; Ew jî ev e ku rejîma Îslamî a Îranê bi hemû pêkhateyên xwe ve di kirîz û binbestê de ye. Dengê kolanan û xwîna bi hezaran qurbanî, girtî û wan kesan ku di van bûyeran de hatin binçavkirin û hîn çarenivîsa wan nedîyar e, rûyê rastîn ê van bûyeran bû. Civaka Îranê û bi taybetî jî neteweyên bindest ku zêdetirîn qurbanî dane, bi kiryarên xwe selmandine ku ji bo derbasbûn ji vê rejîmê û ji bo têkbirina bingehên vê desthilatê amade ne û ew di fikra qonaxa piştî Komra Îslamî a Îranê de ne.

Bûyereke din ku bala mirov dikşîne, şanoya dengdan angu hilbijartinên gerra yazde a Meclîsa rejîmê bû. Vê carê ne tenê li kolanan, lê belê li nav malan, li dervey navendên dengdanê û li her derî dengê baykot û şepêla NA dihat dîtin. Vê şepêlê careke din bingeha desthilatdarîya rejîmê hejand û li ser şanoya sîyasî a Îranê hate tomarkirin. Ev dengê dijber, şikesteke mezin bû ji bo serkirdeyên rejîmê û şexsê Elî Xamineyî ku li ber xelkê digerîya û lahî dikirin ku herin ser sindûqên dengdanê û şanoya hilbijartinan bixemlînin.

Lê belê bi van şepêlên nerazîtî û bi gotina NA, me hin bûyerên din dîtin ku kirîza rêveberî û nebûna şîyana berpirsên rejîmê nîşan didin. Hin mînakên din jî ev in; Rabûna lehîyê li piranîya parêzgehên vî welatî, bûyerên wek erdheja Kotolê û vê dawîyê jî berfirehbûna vîrûsa Corona û nebûna şîyana sazîyên dewletê ji bo kontrolkirina vê vîrûsê û xizmeta qurbanî û berketîyên wê.

Van bûyeran zêdetirî berê, kûrahîya kirîza desthilatdarîya tijî karesat a rejîmê nîşan dan. Derbasîya jîyana xelkê li Îranê ji ber kirîzên piralî ên navxwe û derve rastî astengîyan hatîye. Bi taybet jî hevpeymanîya Amerîkayê ji bo danîna givaşên zêdetir li ser rejîmê ku encama sîyasetên gemar û şaş ên rejîmê ne. Di encamê de jî civak û rejîm jî tûşî pirsgirêkan dibin. Tevî van pirsgirêkan, kirîzên civakî, abûrî, sîyasî, çandî, jîngeyî, rêveberî û kirîzên din ku dehan û sedan pirgirêkên din li pey xwe ve anîne, bûne beşeke jîyana asayî a xelkê li vî welatî. Tepisandina sîstimatîk, sîyaseta fermî û hertimî a desthilatê ye. Ew jî bi vî rengî ye ku rejîmê, ewlehîya xwe li têkdana ewlehîya civakê û tepisandina hizrên cuda girê dane. Rewşa ku niha li Îranê tê dîtin, bi heman şêweyî li dervey sînorên vî welatî jî reng vedaye. Ev hevpeymanî û hevbendîyên ku li dijî rejîmê têne pêkanîn, amajeyên vê rastîyê ne. Dengê nerazîtîya xelkê li kolanên Îraq û Lubnanê li dijî Komara Îslamî, vê sîyasetê reng vedidin.

Welatîyên xweştivî

Ji bo me Kurdan, rengê Komara Îslamî a Îranê reş e. Rejîm, her roj zêdetir rastî kirîzên navxwe û derve tê û me jî di vê navberê de ezmûneke dirêj a xebat û berxwedanê li hemberî vê rejîmê heye. Bi vê xebat û qurbanîdana dehan salan li dijî tarîtîyê ji bo rizgarîya netewî, her roj hêvîya hevxebatî û hevçarenivîsîya me zêdetir û geştir dibe. Di heyama sala derbasbûyî de hem weke partîyên Kurdistanî ên Navenda Hevkarîyê û hem jî weke pêkhateyên civaka Rojhilat, lihevgîştin û berpirsyaretîya hevpar çê bûye û bi vî rengî jî me qonaxeke bi nirx ji hevdengî û hevrêzîyê, daye tomarkirin. Hemû pêkhateyên Kurdan li Rojhilat, li hemberî van bûyerên sîyasî û siruştî ku çê bûn, ji şanoya hilbijartinan heya erdheja Kotolê, hest bi perpirsyaretîyê kirin û kiryarên wan jî bi heman şêweyî bûn. Hesta berpirsyaretî bi hevçarenivîsîyê, xebata hemû bajaran lihev girê dide û ruhê bihevrebûn û hevçarenivîsîyê li nava bajar û navçeyên cuda ên Kurdistanê çê kirîye. Alîkarîya xelkê navçeyên cuda ji bo berketîyên erdheja Kotolê û berî wê jî alîkarîya xelkê bo berketîyên lehî û erdheja başûrê Zagrosê, wêneyekî xweşik ji hesta nîştimanperwerî û mirovdostî a civaka Rojhilat nîşan da. Ev qonax jî, bê guman semyaneke sîyasî p destkefteke girîng bû ji bo netewa me.

Em bi erkê sîyasî, exlaqî û netewî ê hemû alîyan dizanin ku li ser vê rêbazê berdewam bin û tevî cudahîyên di navbera me de, ji bo berjewendîya netewî û pêşeroja netewa xwe berpirsyar bin. Bê guman rîya serkeftinê, ji yekvrêzî û gotareke xurt û netewî re derbas dibe û divê di vê pêxemê de hemû alî, li gorî şîyan û derfetan, erkên xebatê bicî bikin. Divê hêz, şîyan û semyana şoreşgêrîyê lihev girê bidin û xwe ji bo guhertinan amade bikin. Çawan jî be, êdî Îran û ev navçe, navenda wan guhertinan e ku nedihatin pêşbînîkirin. Lewma jî pêwîstîyeke dîrokî ye ku em bi dîtingeha nasnameya netewî û berjewendîyên netewî, rewşa niha û pêşerojê piştî guhertinan binirxînin û li dijî desthilata dagirkar derkevin.

Tevî ku sala derbasbûyî ji bo dujminê me sala şikest, têkçûn û sivikbûnê bû, ji bo neteweyên Îranê saleke bê destkeft nebû. Di vê rewşê de civaka Îranê û Rojhilat jî bi nîgeranî û tevî gelek pirsgirêkan diçin pêşwazîya sala nû. Zêdebarî vê, Newroz ji bo me tê wateya rabûn û rasaneke din. Herwisa hêmaya yekbûnê ye. Lewma jî em bi dilekî tijî hêvî, diçin pêşwazîya sala nû û qonaxa nû a xebatê. Di vê rêbazê de emê gavên xwe û rêzên xwe jî xurt bikin.

Em helkefta sersala nû, pîrozbahîyê li gelê Kurd li hemû beşan û bi taybet li xelkê Kurdistana Rojhilat û di serî de pîrozbahîyê li malbatên şehîdan, girtîyên sîyasî û tevahîya endam, kadr û pêşmergeyên bajar û çîya dikin û bejna xwe li hemberî rêz û wefadarîya wan ji bo şehîdan û rêbaza tijî serwerî a wan ditewînin. Di vê helkefta netewî de em careke din sozê didin ku heya dabînkirina armanca azadî û rizgarîyê, roj û sal û derfetan bikin pêgeha hevxebatî û berxwedanê.

Newroz li we pîroz be.

Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî

Mistefa Hicrî

Newroza 2020an a Kurdî

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin