Misirê naveroka danûstandinên bi Tirkiyê re hatin kirin eşkere kir

.

 Wezareta Karûbarên Derve ya Misirê, bi daxuyaniyekê naveroka nîqaş û danûstandinên di navbera şandeyên Misir û Tirkiyê de, ku li Qahîrê pêk hatin do eşkere kir.

Li gor daxuyaniyê, di dan û standinan de qala dozên dualî û dozên herêmî, bi taybet rewşa Lîbya, Sûriyê, Iraq û girîngiya pêkanîna aştî û ewlehiyê li herêma rojhilatê Deryayê Spî hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat destîşankirin ku her du alî dê encamên vê tora danûstandinan û lihevkirinên li ser gavên pêş binirxînin.

Ev danûstandin li Qahîre, bi serokatiya Wezîrê Karûbarên Derve Balyoz Hemdî Sened Loza û Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Balyoz Sedat Onal, hatin kirin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye