Misir: Tirkîye serwerîya welatê me binpêdike

Wezareta Derve ya Misrê daxuyanîyek di derheqê liv û tevgerên Tirkîyê yên li Behra Sipî belav kir.

Nexweşîyên di navbera Tirkîyê û Yewnenîstanê ya li Behra Sipî, Misir jî tevlî bû. Wezareta Derve ya Misrê daxuyanîyek belav kir û dîyar kir ku ev cihê Tirkîyê lêkolînan dike herêma aborî ya Kahîreyê bixwe ye û Tirkîye ev ixlal kirîye.

Di daxuyanîya xwe de Wezaretê got “Li 21ê temmûza îsal ve heta niha keştîyeke tirkîye rû li tixûbên avî yên Misrê da yên li deryaya navîn (spî) da dike. Encamdana wê karê binpêkirina li yasaya deryavanîya navdewletîye, destdirêjîkirine jî li ser serwerîya Misir li navçeya aborîya taybetîya xwe ya le deryaya navîn.”

Ji alîyeke din ve Ehmed Hafiz Peyvdarê Wezareta Derveya Misir ragihand, welatê wan dijayetîyê lêgerîna enerjî û uzeyê de dike ku ji alîyê tirkîyê ve li tixûbên avî yên xwe ya li deryaya navîn û pêdagire li ser parastina mafê serwerîya xwe ya li wan navçeyan da.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin