Misir gefa leşkerî li Tirkiyeyê xwar!

Balyoza Misirê yê li Qibrisê gef li Tirkiyê xwar û got, ew dikarin li dijî Tirkiyê hêza serbazî bikar bînin.

Li gor NTV, li paytexta Qibrisê Lefkoşeyê balyozên Misir, Îsraîl û Amerîkayê di konferansekê de axivîne û Balyoza Misirê yê li Qibrisê Maî Taha Muhammed gef li Tirkiyê xwar û got, ew dikarin li dijî Tirkiyê hêza serbazî bikar bînin.

Balyozê Îsraîlê Aammy  Ravel jî diyar kir, Tirkiye ji bo lêgerîna gaza sirûştî ya li Deryaya Spî rêgiriya Rûman dike. Tirkiye bi van hewlên xwe şer dixwaze û hêviya wan ew e ku Îsraîl li dijî Tirkiyê neçarî rêbazên leşkerî nebe.

Balyozê Amerîkayê yê li Qibrisê Kathleen Doherty jî got kiryarên Tirkiyê yên li dijî Rûman nayê qebûlkirin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin