Mîrgehên Ereb ji Tirkîyê xwest destwerdanê li welatên Ereb neke

Wezîrê karûbarên derve yê Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî Enwer Qirqaş îro, piştî hin axaftinên wezîrê berevanîya Tirkîyê yên li ser Lîbyayê got divê Tirkîyê destêwerdana di karûbarên Ereban de rawestîne.

Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusî Akar di axaftineke xwe de  kiryarên Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî li Lîbya rexne kiribû.

Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî, li gel Misir û Rûsya, piştgirîya komandarê Lîbî Xelîfe Hefter dike. Hêzên Hefter şerê hêzên hikûmeta Lîbya ya ku civaka navnetewî pênasînê bi wê dike, dikin.

Tirkîyê piştgirîya xwe ya bo hikûmeta Terablusê bihêz kirîye.

Wezîr Qirqaş li ser Tiwîtera xwe nivîsand:

“Pêwendî bi rîya gefan birêve naçin û di van roj û serdemê de, cih ji xeyala kolonyalî re nîne. Tirkîye êdî bila dev ji destwerdana welatên Ereb berde”

 

Siyaset Haberleri

Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in