Mîqdad Mîdhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan

Siddik Bozarslan

Xurtbûna nasnameya kurdevînî û Kurdistanevînîyê jibo Rojnama Kurdistan (1898- 1902) û xwedîyên wê Mîqdad Mîdhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan

”Di wê rewşê da û di nava wan mercan da rewşenbîrên kurd jî ji wê fikrê para xwe girtine; di dilê wan da jî fikra neteweevînîya kurd û welatevînîya Kurdistanê cî girtîye; ew jî li ser rewşa Kurdistanê û neteweyê kurd fikirîne, dest bi xebat û nivîsînê kirine. Yek ji wan rewşenbîrên kurd ên neteweevîn û welatevîn Mîqdad Mîdhet Bedirxan bûye ku di sala 1898an da gaveka dîrokî avêtîye û di dîroka gelê kurd da cara pêşîn dest bi weşandina rojnameyeka kurdî kirîye; navê rojnama xwe jî ´Kurdistan´ danîye; bi peyveka dî navê welatê xwe li rojnama xwe danîye. Bi weşandina rojnama ´Kurdistan´, Mîqdad Mîdhet Bedirxan hem di jîyana gelê kurd da rûpeleka nû vekirîye, hem jî ew bi xwe bûye rojnamevanê kurd ê pêşîn.”(24)

Jimareya pêşîn di 22yê nîsana 1898an da li Kahire (Misir) derçûye. Jimareya 31ê jî di 14ê nîsana 1902an da derçûye. Her jimarek 4 rûpel bûye.   Sê jimareyên pêşîn, tenê bi kurdî hatine çapkirin. Di jimareya 4an da û ji wê pê ve, hin nivîsarên bi zimanê tirkî jî di rûpelên rojnamê da cî girtine. Ew nivîsarên tirkî, di jimareyên 4, 5, 6, û 7an da bi awayê daxwaznameyan ji Sultan Evdilhemîdê 2yan ra hatine nivîsîn. Piştê wan jimareyan, hin jimare dîsa tenê bi kurdî derketine; ew jî jimareyên 8, 9, 11, 15 û 16an in. Di jimareyên dî da nivîsarên kurdî û tirkî pêkve cî girtine. Di hemî nivîsarên tirkî da rexneyên dijwar li rejima Evdilhemîd hatine xistin û dijwarîya wan rexneyan hin bi hin zêdetir bûye

”Sazkarê rojnama Kurdistan Mîqdad Mîdhet Bedirxan, di despêka jimareya pêşîn da ragîhandîye ku di dinyayê da çi qas Musulman hebin di gund û bajarên hemîyan da dibistan û rojname hene, bûyerên ku di dinyayê da diqewimin di wan rojnaman da tên nivîsîn, lê mixabin ku kurd ji rojnaman bêpar in û nizanin di dinyayê da çi diqewime, cîranê wan Moskof çawa ye û dê çi bike; paşê amanca rojnamê weha daye zanîn:  Mîqdad Mîdhet Bedirxan, piştê ragîhandina amanca rojnamê, bala xwendevanan kişandîye ser wê yekê ku ”Kurdistan” rojnama kurdî ya pêşîn e. Li ser wê yekê weha nivîsîye:

”Heta nuha kesek rojnameyeka weha nenivîsîye; ev rojnama min a ha, ya pêşîn e.

Loma dê gelek kêmayî hebin. Ez hêvî dikim kêmayîya rojnamê ji min ra binivîsin.

Hemî tişt dema nû çêdibin kêm in, paşê hingî diçe dikeve rê.” (25)

”..Evdirehman Bedirxan wisa bi dilovanî rojnama ”Kurdistan” hembêz kirîye û cî bi cî gerandîye, derxistina wê çar sal domandîye. Kî dizane ku di wê rê da çi qas azar (êş, ezîyet), dîtîye, çi qas zehmet kişandîye, çi qas fîdakarî kirîye! Semedê wê fîdakarîyê jî, bê guman bawerîya wî ya xurt û temam bûye. Hêja ye ku mirov li ber bîranîna wî bi qedirnasî û rêzdarî serê xwe bitewîne, ji dil û can jê ra sipas bike.” (26)

”Ev bûyerên ha û gelek bûyerên dî yên ku ji dewra Evdirehman Bedirxan heta nuha li Kurdistanê û li dinyayê qewimîne; bi awayekî zelal ê ku ji çu gumanan ra cî nahêle îspat dikin ku guhartina qanûnan û serqanûnan û rejiman li welatên serdest û di nava neteweyên serdest da, ji derdê neteweyên bindest ra nabe derman. Her weha, guhartina sistemên sîyasî di dinyayê da jî nabe reçeteyeka hazir jibo dermankirina derdê neteweyên bindest.

Jimareya pêşîn di 22yê nîsana 1898an da li Kahire (Misir) derçûye. Jimareya 31ê jî di 14ê nîsana 1902an da derçûye. Her jimarek 4 rûpel bûye.   Sê jimareyên pêşîn, tenê bi kurdî hatine çapkirin. Di jimareya 4an da û ji wê pê ve, hin nivîsarên bi zimanê tirkî jî di rûpelên rojnamê da cî girtine. Ew nivîsarên tirkî, di jimareyên 4, 5, 6, û 7an da bi awayê daxwaznameyan ji Sultan Evdilhemîdê 2yan ra hatine nivîsîn. Piştê wan jimareyan, hin jimare dîsa tenê bi kurdî derketine; ew jî jimareyên 8, 9, 11, 15 û 16an in. Di jimareyên dî da nivîsarên kurdî û tirkî pêkve cî girtine. Di hemî nivîsarên tirkî da rexneyên dijwar li rejima Evdilhemîd hatine xistin û dijwarîya wan rexneyan hin bi hin zêdetir bûye

”Sazkarê rojnama Kurdistan Mîqdad Mîdhet Bedirxan, di despêka jimareya pêşîn da ragîhandîye ku di dinyayê da çi qas Musulman hebin di gund û bajarên hemîyan da dibistan û rojname hene, bûyerên ku di dinyayê da diqewimin di wan rojnaman da tên nivîsîn, lê mixabin ku kurd ji rojnaman bêpar in û nizanin di dinyayê da çi diqewime, cîranê wan Moskof çawa ye û dê çi bike; paşê amanca rojnamê weha daye zanîn:

”Loma di rîya Xwedê da min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê teala ji nuha pê ve di her pazde rojan da carek ez´ê rojnameyek binivîsim. Min navê wê kirîye ”Kurdistan.” Di vê rojnamê da ez´ê qala qencîya zanyarîyê û têgîhîştinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendegeh û dibistanên qenc hene, ez´ê nîşanê kurdan bidim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaret çawa dibe; ez´ê qala hemîyan bikim.”

Mîqdad Mîdhet Bedirxan, piştê ragîhandina amanca rojnamê, bala xwendevanan kişandîye ser wê yekê ku ”Kurdistan” rojnama kurdî ya pêşîn e. Li ser wê yekê weha nivîsîye:

”Heta nuha kesek rojnameyeka weha nenivîsîye; ev rojnama min a ha, ya pêşîn e.

Loma dê gelek kêmayî hebin. Ez hêvî dikim kêmayîya rojnamê ji min ra binivîsin.

Hemî tişt dema nû çêdibin kêm in, paşê hingî diçe dikeve rê.” (27)

”Gelo Evdirehman Bedirxan ji rûyê taluka ajanên Evdilhemîd xwe di ewletîyê da nedîtîye, loma ew qas car cîyê xwe guhartîye û rojnama xwe guhastîye? Ev îhtîmal ne dûrê aqil e. Ji nivîsarên rojnamê û ji nameyên vekirî yên ku ji Evdilhemîd ra hatine nivîsîn, bi awayekî eşkera tê famkirin ku Evdilhemîd û karbidestên dora wî nevîyane ku rojnameyek bi navê ”Kurdistan” derkeve; qedexe kirine ku rojname bi taybetî têkeve Kurdistanê û bi giştî têkeve nava sînorên dewleta Osmanî. Lê belê digel ku Evdilhemîd li dijî rojnama ”Kurdistan” bûye jî, Evdirehman Bedirxan ji doza xwe venekişîyaye û derxistina rojnamê domandîye, bi wî awayî ji Evdilhemîd ra adeta meydan xwendîye. Bi derxistina rojnamê jî newestaye, zordestî û zulma rejima Evdilhemîd di rûpelên ”Kurdistan”ê da li ber çavan raber kirîye. Bi wê raberkirinê jî qîma xwe nanîye, deng li gelê kurd kirîye û jê xwestîye ku li dijê wê zordestîyê rabe û di ber xwe bide; bi wî awayî gelê Kurd hewisandîye berxwedan û serhildanê.  Li vir tiştê giring û balkêş ev e ku digel wan alûzîyên ku ji wan guhastinan tên famkirin, Evdirehman Bedirxan  dev ji doza xwe bernedaye û ji doza xwe venekişîyaye. Tam çewtê wê yekê, bi vîn (îrade) û biryardarî sînga xwe daye pêşberê hemî alûzîyan û weşandina rojnama xwe domandîye; wek bavekî dilovan ê ku zarûkekî xwe ji ber bagêr û bapûkê direvîne û ji vir dibe wir, ji wir dibe wir, ji cîyek dibe cîyekî dî, ji wî cîyî jî direvîne cîyekî ewletir. Evdirehman Bedirxan wisa bi dilovanî rojnama ”Kurdistan” hembêz kirîye û cî bi cî gerandîye, derxistina wê çar sal domandîye. Kî dizane ku di wê rê da çi qas azar (êş, zehmet, ezîyet), dîtîye, çi qas zehmet kişandîye, çi qas fîdakarî kirîye! Semedê wê fîdakarîyê jî, bê guman bawerîya wî ya xurt û temam bûye. Hêja ye ku mirov li ber bîranîna wî bi qedirnasî û rêzdarî serê xwe bitewîne, ji dil û can jê ra sipas bike.” (28)

”Ev bûyerên ha û gelek bûyerên dî yên ku ji dewra Evdirehman Bedirxan heta nuha li Kurdistanê û li dinyayê qewimîne; bi awayekî zelal ê ku ji çu gumanan ra cî nahêle îspat dikin ku guhartina qanûnan û serqanûnan û rejiman li welatên serdest û di nava neteweyên serdest da, ji derdê neteweyên bindest ra nabe derman. Her weha, guhartina sistemên sîyasî di dinyayê da jî nabe reçeteyeka hazir jibo dermankirina derdê neteweyên bindest. 

Neteweyekî bindest, heta ku nebe xwedîyê ax û ava xwe û nebe xwedîyê biryara xwe li ser awayê jîyana xwe û li ser pêşedema xwe, heta nebe malxoyê mala xwe û nebe xwedîyê hêza xwe û nebe parêzdarê mala xwe, nikare xwe û pêşedema xwe di ewletîyê da bibîne.”  (binê wê min çixêz kir- bmç- Siddîq) (29)

”Beşekî naveroka rojnama ”Kurdistan” jî ew bangên têkoşînê û berxwedanê ne ku li dijê rejima Sultan Evdilhemîdê 2yan tê da cî girtine. Hema hema di hemî jimareyên rojnamê da bang li Kurdan hatîye kirin û ji wan hatîye xwestin ku li dijê rejima Evdilhemîd rawestin û têkoşîn bikin, di ber xwe bidin, heqên xwe biparêzin û karbidestên zalim ji Kurdistanê bavêjin der.

Bi dîtina me, ev banga têkoşînê û berxwedanê li dijê rejima Evdilhemîd, gelek balkêş û giring e. Lewra gelê Kurd di binê nîrê dewleta Osmanî da bû û adeta hatibû tevizandin. Wê dewletê ji alîyek ve bi zordestî û zulma xwe  gelê Kurd diperçiqand; ji alîyek ve jî padîşahên Osmanîyan îddîa dikirin ku ew xelîfe ne û bi navê dînê Îslamê hukmê xwe dimeşînin, bi fermana Xwedê û Pêxember tevdigerin.  Bi wî awayî gelê Kurd, bi zulma Osmanîyan dihat perçiqandin; ji ber wê zulmê çavtirsayî û diltirsayî bûbû, nediwêrî serê xwe bilind bike, tewr nediwêrî xwe bilivîne jî. Bi propagandayên wan ên dînî jî hatibû tevizandin û gêj bûbû, serî lê gerîyabû û bêhiş mabû, mejîyê wî adeta zeng girtibû.

Neteweyek, gelek ku di rewşeka wisa da be, berî her tiştî jê ra lazim e ku xwe bilivîne, cesaret bîne dilê xwe û hişê xwe bîne serê xwe, bîr bi hebûna xwe û huwîyeta xwe ya neteweyî û heqên xwe bibe, jibo desxistin û parastina wan heqan biwêre xwe bavêje meydana têkoşînê, bawerîya xwe bi xwe bîne ku dikare jibo heqên xwe bikoşe.” (30)

”Aha Evdirehman Bedirxan ew rewş dîtîye û zanîye, bi wê amancê bang kirîye gelê Kurd û deng lê kirîye, jê xwestîye ku xwe bilivîne û jibo desxistina heqên xwe têkeve têkoşînê û berxwedanê. Bi peyveka dî, wî hêz daye xwe ku gîyanê têkoşînê û berxwedanê bide gelê Kurd.

Mesela di jimareya 7an da ji Kurdan xwestîye ku ji hukumetê avakirina dibistanan bixwazin, qala Arnawudan kirîye ku di welatê wan da jî berê dibistan tunebûne, lê belê wan bi têkoşîn û berxwedana xwe hukumet mecbûrê avakirina dibistanan kirine, paşê ji Kurdan ra weha gotîye:

”Lê wan heta ew dibistan dan avakirin, qîyamet rakirin, çi qas zehmet kişandin! Divê hun ji zehmetê netirsin.” 

Paşê daye zanîn ku hukumetê demek meaş nedaye mamostayên Arnawudan, gelê Arnawud ji padîşah ra nivîsîye û gef lê xwarîye ku eger meaşên mamostayên wan neyên dayîn, dê hemî karbidestên dewletê ji welatê xwe biqewitînin, eger neçin jî dê wan bikujin, li ser wan gefên Arnawudan hukumetê meaşên mamostayên wan şandine. Evdirehman Bedirxan piştê ku ew bûyer nivîsîye, weha deng li Kurdan kirîye:

”Dê vêca Kurdno, divê hun jî weha bikin! Eger guh nedan xeberên we, şûrê xwe hilînin, dê guh bidin şûrê we.” (31)

”Di jimareya 8an da jî qala zulm û zordestî û xirabîya karbidestên dewletê kirîye, ji

Kurdan xwestîye ku wan karbidestan ji welatê xwe derxin, rexne li hin axa û mîrên Kurdan xistîye ku jibo rutbe û nîşanan hevkarîya wan karbidestan dikin, daye zanîn ku ew hevkarî malxirabûn û rûreşanî ye, ji melayên Kurdan xwestîye ku ji nezanan ra bêjin bila dev ji wê hevkarîyê berdin, ji mîrekî xirab gotîye; ”ew tiştê ku ew hêvî dikin dewlet e, ji wan ra eynê bela ye, mezinatî ne bi rutbe û nîşanan e”, paşê weha nivîsîye:

”Şivanekî qenc, ji mîrekî xirab gelek bilintir e. Şivanê ku qenc li pezê xwe dinêre, gelek qenctir e ji mîr û axayê ku li mirovên binê destê xwe nanêre. Dê vêca kesê ku avarê bibe û li dijê hevalên xwe bipeyîve, ji kûçik jî xirabtir e.”

Di jimareya 9an da nivîsarek di binê sernivîsara Erebî ya ”Sebat´ul Mulkî bî´l- Edl” (Yanî ”sebata milk bi edaletê ye, hebûn û mayîna welatek bi edaletê ye, welatek ancax bi edaletê dikare hebûna xwe bidomîne.”) hatîye nivîsîn û tê da weha hatîye gotin:

”Gelî Kurdan, hun qenc bizanin ku eger di welatê we da karbidestên li serê we ji edaletê dûr ketin, welatê we di destê xwedî da namîne! Nuha Kurdistan jî wek welatên di binê Tirkan da, di binê destê Evdilhemîd da ye; karbidestên li serê we, Evdilhemîd wan rêdike. Lê belê xwedîyê Kurdistanê Kurd in.  Eger neyarek hat ser

Kurdistanê, Kurd dê xwe li ser bidin kuştin! Erdê wê derê Kurd dikolin, darên wê derê

Kurd diçînin; karbidestên ku padîşah rêdike serê we, diravên wan Kurd didin! Loma Kurdistan a we ye! Dê vêca ji we ra malûm be ku eger karbidestên welatê we zulm bikin, welatê we dê ji destê we derkeve…  … Eger we divê Kurdistan tim di destê we da bimîne, eger we divê jin û zarûkên we reben û xizan nebin, divê hun kardbidestên zalim ji welatê xwe derxin.” (32)