Mînîbusa koçberan li Amedê wergerîya: kesek mir

Li Bakurê Kurdistanê, mînîbusek ku hejmarek koçberên neyasayî ji bajarekî bo bajarekî din vediguhestin li ser navbera Amed-Farîqê wergerîya û di ‎encamê de koçberekî canê xwe ji dest da û 12ê din jî birîndar bûn.‎

 

Navenda Nûçeyan

Li gor medyayên Tirkîyê, derengê şeva bihorî mînbusek ku ji bajarê Wanê ve hejmarek koçberên neyasayî vediguhest, li ser rêya serekî ya Amed-Farqînê wergerîya.

Di bûyerê de koçberekî canê xwe ji dest da û 12ê din jî birîndar bûn ku jin û zarok jî di nav wan de hene. 

Hat zanîn ku rewşa tendirûstî ya 4 birîndaran xirab e.

Piştî agahdarkirina alîyên peywendîdar, hejmareke zêde ya hêzên ewlekarîyê û ambulans bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hatîye ragihandin, piştî bûyerê şofêr revîyaye. Polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li gor agahîyan, koçberên di wê mînîbusê de ber bi Stenbolê ve dihatin veguhastin, ku ew mînîbus rastî bûyerê hatîye.

 

 

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê