Milîsên rejîma Sûrî careke din agirbesta Qamişlo binpê kir: Kuştî hene...

.


 Milîsên bi ser rejîma Sûriyê yên bi navê Dîfaa El-Wetenî (Hêzên Berevaniya Niştîmanî) îro careke din agirbesta ku bi navbeynkariya Rûsyayê hatibû ragihandin û ji nû ve hatibû dirêjkirin, binpê kir.

Li gorî zanyariyên xwecihî milîsên rejîmê îro 25ê Nîsanê tevî ku agirbest berdewam dikir, êrîşî xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên nêzî dibistana Qamişlo û benda Hilkoyê kirin.

Hat zanîn ku hêzên asayîşa Rojava bersiva êrîşî dane û ew êrîş şikandine ku milîs neçar mane vegerin.

Li gorî çavkaniyên medya Rojava di bersiva wê êrîşê de hejmarek milîs jî hatine kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro Yekşemê ji bo şopandina agirbestê hêzên Asayîşa Rojava û polîsê leşkerî yê rûsî gereke hevbeşa li taxa Teyî ya Qamişlo gerandibû.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin