Milîsên ASAyê ji Idlîbê derbasî Tirkiyeyê dibin

Komeke mezin ji milîsên opozîsyona Sûriyê ji gundê Kefr Losîn a bakurê Idlibê ji bo beşdariyê operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê bibin birê ketin.

Li gor nûçeya K24ê ku dispêre ajanseke opozîsyona Sûriyeyê, Feyleq El-Şam, Tevgera Nûredîn Zengî û Ceyş El-Nesir ên Tirkiye piştgîriya wan dike, ji bo beşdarî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê bibin ketin rê.

 

Ajans di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku karwanekî leşkerî ji wan grûpên çekdar ji gundê Losîn derbasî nava xaka Tirkiyeyê bûn ji bo li eniya Raco tevlî êrişa li ser Efrînê bibe.

Li nêzîkî wê eniyê jî, şer û pevçûn di navbera YPG û grûpên çekdarên opozîsyonê li gundê Hec Bilêl ê Şiyê derketiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin