Miletê Kurd, Organekî xwe yê girîng û mezin winda kir! -2

Siddik Bozarslan

Miletê Kurd, Organekî xwe yê girîng û mezin winda kir! -2
Notên Bîranînê jibo xebatên Bozarslan:
M. Emîn Bozarslan, li mezra Akro ku girêdayê Mehleya (Taxa) Karahasan a navçeya Licê ye, di 15ê îlona 1934an da hatîye dinyayê. Bavê wî Mele Mahmud, her çi qas demek melatî jî kiribû, lê ew malbatekî xizan bûn. Li vir divê were gotin ku Mele Mahmut, yek ji wan kesayetên kurd bûye ku Kitêba Muqades Mem û Zînê bi xetên destên xwe nivîsîye û li ber xwe parastîye û wê Dastana Neteweyî ya miletê kurd dewrê kurê xwe M. Emîn kirîye. Kurdên ku Mem û Zînê xwendine, tê bîra wan ku Mamoste Bozarslan li wir behs kirîye ku yek ji wan nusxeyên Mem û Zînê, ya bavê wî Mele Mahmud bûye ku Bozarslan amade kirîye jibo kurdîya xweru. Taybetîyeke Mele Mehmud jî ew bû ku wî di pratika xwe da jî dostanîya civatên kurd û ermen pêkanîye û ji derdorên xwe ra qirkirina ku hatîye serê ermenan daye zanîn. Wek mîsal, Mele Mahmud dema rojên înîyan diçû Licê jibo nimêja înîyê (xutbeyê) eda bike; wî piştî pêkanîna xutbeyê diçû zîyareta Taxa Ermenan û Kirîvê xwe Pênu zîyaret dikir, xwarin û vexwarina wan qebûl dikir û paşê dizivirî malê. Ew dostanîya Mele Mahmud û ermenan, heta dawîya jîyana Mele Mehmud hat domandin.
Mamoste M. Emîn, li hin gund û qezayan di medreseyan da xwendîye û xwendina feqîtîyê di sala 1956an da temam kirîye. Ew diploma / yan îcazeta muftîtîyê bi riya xwandina derwe sitandîye û paşê dest bi karê muftîtîyê kirîye. Lê divê were gotin ku Mamoste Bozarslan, di 4 salîya xwe da li ber bavê xwe Mela Mahmud li Herêma Deştê ya Hêne dest bi xwendinê dike û paşê wek feqîyekî ciwan xwendina xwe li Hazro di Medresa Hecî Abdulfettah da temam dike. Ew di perwerdeya medreseyê da zimanên erebî, farisî, osmanî û kurdî li gora rêzimanî / gramerî hîn bûye û baş têgihîştî bûye ku li Swedê jî hînbûna wî ya swedî û ingilisî ne zehmet bûne. Ew di despêkê da demek li Hêne (Hanî) û Malatya muftîtî kirîye û paşê di despêka salên 1960an da bûye muftîyê Qulpê (Kulp). Dû re surgûnê Şarköya Tekirdağê bûye. Dema Bozarslan Muftîyê Kulpê ye, ew di 1964an da bi navê ”İslamiyet Açısından Şeyhlik Ağalık’ kitêbek diweşîne û di kitêbê da analiza aborî û civatî ya civata kurd çêdike. 
Kitêba Mamoste Bozarslan bi navê ”Doğnun Sorunları”yê (Şolên Rojhilatê) di adara 1966an da derçûbû; min jî wê xwendibû ku ez wê çaxê şagirtê (xwendevanê) Mekteba Navîn (ortaokul) bûm. Di sinifa me da munazereyek (pêşberikek) hatibû çêkirin. Babetên wê bernameyê, fêdeyên rojnameyan û radyoyan bû ku di navbera du gruban da hatibû dabeşkirin. Di gruba me da berpirsîyar ez bûm. Ev munazere di bin rêvebirîya mamostayê me edabîyatê hatibû pêşkêşkirin. Ew ji bajarê Bursa bû. Piştî ku pêşberika me xilas bû, mamoste Reşat hat nik min sekinî bi dengekî nizim got: ”Bîhna Mehmet Emîn Bozarslan ji axaftina te dihat”.
Piştî demek di navberê da çûbû, mamoste Bozarslan rojek hatibû gundê me Akro. Ez jî çûm ba wî û min xêrhatin lê kir, dema min behsa xwe û mamosteyê xwe yê Bursayî kir, wî meraq kir û çend pirsan ji min kir; li ser wan pirsan min jê destûr girt û bi bazdanê ez çûm malê (mala me û ya Mele Mahmud (bavê Bozarslan e,) pir nêzîkê hev bûn û tenê malek di navberê da hebû) û kaxizê xwe anî nîşanê wî da. Wî bi dîqet kaxizê minê du rûpelî xwend, eciband, kêfa xwe ji min ra dîyar kir û hin şîretan li min kir.     
Wek di lîsteya kitêbên Bozarslan da tê dîtin, wek mîsal Meselokên lawiran 5 kitêb, Pêkenokên Gelî 5 kitêb û Çîrokên Gelî jî 6 kitêb ku bi tevayî dibin16 kitêb; wek numûne mirov dikare nîşan bide ku ew hemî yek û yek dikarin bibin rêzefilmên kartonî û hem jibo civata kurd û hem jibo civatên derdorê û hemî cîhanê werin nîşandan. Van kitêban jibo sen´etkar û artistên kurd, cewher in ku divê îstîfade ji wan werin girtin. Bi nivîsandina wan kitêban Bozarslan cewherên mezin ên civata me ji mirinê xilas kirîye. Rêzefimên kartonî bi zimanê ingilisî di derbarê lawiran da gelek pir in û tên temaşekirin. Pêwist e kurd jî wek civat di vî warî ga xebatên piralî çêkin û hem berheman biafirînin, hem jî wan bizivirînin zimanên biyanî, wek ingilisî û zimanên dî. Ji min tenê pêşnîyazek e ev. 
Wek tê zanîn, roja ku alfabe derket meydana firotinê, di heman rojî da komkirin û qedexekirina wê ji alîyê dadgehê ve hat sitandin û Bozarslan jî di mehkemeya pêşîn da çû zindanê û 3 meh û nîv di zindanê da ma. Bozarslan, di 1968an da li Amedê dema dihere huzûra dozkerê dadgeha dewletê jibo kitêbên Alfabeya Kurdî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî. Paşê Mamoste Bozarslan dide xuyakirin ku li Stenbolê di Dadgeha Çapemenîya Tevayî ya Stenbolê da îdîanameya ku jibo wî hatîye amadekirin û sûcdarkirin (tawanbarkirin) jî ”beşeke hemwelatîyan wek kurd hatine nişandan” bûye. 
Ev kampanya ku ji alîyê M. Emîn Bozarslan ve jibo Beşikçiyê qedirbilind hat kirin; ew li Skandinavya, li Ewrupa û heta Amerikayê gelek deng da, bû alîkar da ku jîyana Beşikçi nekeve nav xeterê. Ji ber ku raya giştîya çapemenîya cîhanê bi hestîyarî çûn ser rêvebirên tirk û bala wan dan kêşandin ku Beşikçi, wek alimekî ne di zindanê da be, lê berewajê wê divê ew li mala xwe di nava jîyaneke ewle da bijî, bê ku ew li zindanên Turkîyeyê di bin zordarî û zehmetîyan da be…  
Rojek di telefonê da dema min ji mamoste ra; ”Haya we bila jê hebe ku min di nivîsarek da we wek Ehmedê Xanî yê nû îlan kirîye.” got, ew şok bû û qederek sekinî û paşê weha got: ”Tu îdîayêke minê weha tune, te çima tişteke weha nivîsîye?!.” Min jî weha lê zivirand: ”Ez dizanim ku hûn îdîa nakin, lê ev problema min bi xwe ye ku ez vê tepîtê dikim.” Paşê min îzaheta wê babetê kir û şolê anî ser wergêrên Klasikên Kurdî û min bi mamoste da zanîn ku kurdîya 300 sal berê yan jî 500 sal berê û ya nûha ne wek hev in û normal e ku ez û yên wek min di vî temenî da kurdîya Mem û Zînê yan ya Dîwana Melayê Cizîrî yan jî ya Feqîyê Teyran fam nekin. Lê keda ku Bozarslan jibo Mem û Zînê xerc kirîye û wê kirîye kurdîya xweru, gelek gelek mezin e û loma em hemî naveroka wê fam dikin ku ev jî bi saya serê Mamoste Bozarslan çêbûye û loma ew keda wî, wî kirîye Ehmedê Xanî yê nû. Bi tabîreka dî, Bozarslan, adeta Mem û Zînê ji nûve afirandîye û loma ew bûye Ehmedê Xanî yê nû. 
Di vê çarçoveyê da ez dixwazim çend hevokan rêz bikim. Ez rastê gelek nivîsarên kurdan hatime ku behsa wergêrên kitêban kirine. Wek numûne, dema kesek jibo kesekî dî binivîse ku filankes kitêba bêvankesê ji tîpên erebî wergerandîye tîpên latinî; mirov fam dike ku ew wergêr, tenê di çarçoveya ji tîpên erebî bo kurdî yan jî bo tirkî yan jî bo zimanekî dî hatîye latinîzekirin. Lê dema ku ew wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latinî hatîye kirin lê di heman demê da jî ew latinîzekirin di zimanê ku bo wê hatîye wergerandin, bi wî zimanê xwerû ew kar hatîye kirin û jibo wergêrên kitêbên Mamoste Bozarslan hemî bûne zimanê xweru ku ew ziman ya kurdî bû ye yan jî tirkî bûye. Loma ew tespîtên ku jibo wergêrên kitêbên Bozarslan hatine kirin, mirov nikare bêje ji erebî bo kurdî / tirkî hatîye latinîzekirin, şaşîtîya ku hema bêje hemî nivîskar ketine nava wê, ev nuqte ye ku mirov jibo wergêrên Bozarslan nikare nîşan bide. Ji ber ku Bozarslan, hem wan latinîze kirîye û hem jî kirîye zimanên xweru wek kurdîya xweru yan jî tirkîya xweru. Wergêrên Kovarên Jîn, Rojnama Kurdistan, Rojnama Kurd Teavun û Tekakkîyê, Kitêba Şeref Xanê Bidlîsî Şerefname, Kitêba Tarîxa Kurdên Merwanî (Meyafarqîn), Kitêba Komara Mahabad 1946 û Mem û Zîn, li meydanê ne ku mirov nikare jibo wan binivîse ku ”ji tîpên erebî wergerandîye tîpên latinî”. Lê berewajê van numûneyan, Dîwana Feqîyê Teyran an jî Dîwana Melayê Cizîrî ku hatine wergerandin bo latinî (yên li ber min hene, ew in), lê mirov latinîya wan jî zêde fam nake, ji ber ku zimanê 500 sal berê ye û ne zimanê xweru yê îroyîn  e.. Ez hêvîdar im, nivîskar û zanayên kurd vê şaşîya xwe sererast bikin û şaşîyên nû tekrar nekin.
 Bê guman ev mijar, ne tenê jibo kitêbên Bozarslan in. Ev jibo hemî kedkarên ku bi wan karan ra mijul dibin jî rastîyek e û divê ev rastî were qebûlkirin. Çend sal berê min guhdarîya akademisyenekî kir ku ew digel komek hevalên xwe dema li Stanbulê di zanîngehê da xwendevan bûne; ew bi awayeke dizî çûne ketine nava Arşîva Osmanî û gelek belgeyan wergerandine tirkîya xweru û bi wî awayî karên gelek hêja pêkanîne û divê em sipasîya wan hemîyan bikin. Wî ciwanmêrî behsa zehmetîya wergêrê dikirin ku heta ew di karên xwe da sererast bûne, mecbûr mane ku sê car tekstan kontrol bikin û loma wî digot ku piştî wê xebata bi zehmet ew têgihiştine ku Mamoste M. Emîn Bozarslan xebatên çi qas zehmet û bi qîmet afirandîye. 
Roja 10.05.1978an, kurê Mamoste Bozarslan, Xenî (Gani) Bozarslanê şaîr û nivîskar li Stenbolê, kuştî hatîye dîtin. Wê demê Mamoste Bozarslan di Rojnama Cumhuriyetê da dixebitî û karê wergêra ji erebî bo tirkî dikir. Mamoste bi vizeya rojnamevanî çûye Libnanê da ku digel Yaser Arafat dahevpeyvînek çêke. Mamoste Bozarslan, piştî hevpeyvînê tê Swêdê. Li Swêdê weşanên sedsalî yên kurdan wek Rojnameya Kurdistan, Kovara Jîn, Kurd Teavun û Terakkî Gazetesi ji mirinê xilas bike û bi dehhezaran rûpelên zêrîn jibo ferheng û zimanê kurdî dîyarîyê Kitêbxaneya Kurdî bike ku bi tevayî ji bîst hezar rûpelî zêdetir bûne. Ji van hemî xebatan zêdetir ku bi salan li ser Mem û Zînê xebitî û wê ji nûve afirand, lê ger ew ne li Swedê bijîya, dibe ku qet îmkan jê ra çênebûya ku Mem û Zînê ji nûve biafirîne. 
 
19.03.2026 
 Siddîq Bozarslan 

Xweştir e   
”Jîn xweş e, lê ku bi azadî nebe, bêxêr e ew
Gor, ji wê jîna di bin lingên neyar xweştir e. 

Zanîbûn ronahî ye, lê ku milet rohnî neke 
Agir e, gel pê dişewite, cehla tarî xweştir e.
Dewlemendî pir xweş e, lê ku ji milet re nebe, 
Rûmetek jê re nîne, jehrê mar jê xweştir e.

Sihbeta dost, û hevalan ger ji dil be, pir xweş e 
Dijminayî, ji hevalîya sextekarî xweştir e.

Law û keç xizmet ji milet re bikin, gelekî xweş in,
Lê ku hevparên neyar bin, korewarî xweştir e.

Keft û lefta ku di rêya niştîman de be, xweş e, 
Ger di vê rê de nebîtin, bendewarî xweştir e. 

Tenduristî pir xweş e, xasma xebat jî pê re be, 
Ger jibo zewq û sefa be, hîledarî xweştir e.  

Şadî û govend di bin ala mirov de be, xweş e, 
Lê di bin ala neyar, giryan û zarî xweştir e. 

Ew kesê azad be, jê re koşk û eywan pir xweş in, 
Lê kesê dîl be, bi wî qelşa zinar xweştir e. 

Ger di nava miletan de wekhevî çêbit, xweş e,
Çê nebe ger ev, ji dîlî zordarî xweştir e.

Qîz û xortên Kurd bi hev re ger bizewicin pir xweş e,
Lê bi ên dijmin re be, sed sal bêkarî xweştir e. 

Ser li ber dijmin tucarî netewîne, xortê kurd!
Ger xebatek tu bikî, ciddî bike û zanibe, 
Nexebatkerî ji wî karê bi yarî xweştir e.

Ger li ber milet gunehkarbî, înadê berde zû, 
Ji înadê, di guneh de, tobedarî xweştir e.

Şam û London û Stembul, Bern û Tokyo pir xweş in, 
Lê çi bikim ez wan? Ji Şîro re Hekarî xweştir e.” 
(Kovara Çîya, Hejmar 6, Befranbar/ Dezember 1968, r. 92) 

Siddik Bozarslan