Mike Pompeo çû serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

Vê êvarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo û şandeya pê re kir.

Li gor daxuyaniya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Quband Talebanî jî amade bibû, behsa rewşa navçeyê bi giştî û geşedanên li Rojhilata Navîn hat kirin û gotûbêj li ser metirsiyên ji nû ve derketina terorê û karê hevbeş ji bo nehêlana wê hate kirin.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di civîna li gel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de, gotûbêjên navbera Hewlêr-Bexdayê ku bi sedema wê beşek ji kêşe hatine çareserkirin, bilind nirxand û tekez kir, ku Amerîka weke hevbeşê Iraqê û herêma Kurdistanê dimîne.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê û hevkariyên Amerîkayê yên bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de kir û tekezî li wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê pêwendiyeke dostane li gel Amerîkayê heye û gelek karên hevbeş li gel hevpeymanan encam daye, û berdewamiya karê hevbeş ji bo rêgirîkirin li dubare derketina terorê bi pêwîst da zanîn, bi taybet li wan navçeyên ku di warê ewlehî û seqamgîriyê de ti pêngavek li wan deran nehatiye avêtin û di vê drbarê de tekezî li ser hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

 

Li gor daxuyaniyê, her di civîna li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi kurtî behsa wan reforman kir, ku Hikûemta Herêma Kurdistanê di dezgeh û saziyên hikûmetê de cîbicî dike û daxwaz kir, ku di aliyê şarezayî û pisporiyê ve hevkariya Herêma Kurdistanê bê kirin, ji bo ku çaksazî û pêşvebirina karûbarên hikûmetê baştir bîne cîbicîkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin