Mîkaîl Aslanî li Amedê konserek da

.

Hunermend Mîkaîl Aslanî li Amedê li bexçeyê avahiya Zarok Mayê konserek da.

Hunermend Mîkaîl Aslanî li Amedê li bexçeyê avahiya Zarok Mayê konserek da.

Amîdartê konsera Aslanî saz kiriye. Aslanî di konserê de gelek stran strane ku “Mîraz”, “Çem Vano” û ya ji bo zarokan çêkiriya, ya bi navê “Din Dingo Banî Sero” hinek ji wan in.

Mîkaîl Aslanî ji bo strana “Çem Vano” gotiye “Ev muhabeta min û ya çem e. Bi taybetî yên ku li gundan dijîn baş dizanin, di mehên biharê de ava çeman radibe û rengek xweş lê dibe. A girîng ew e ku em wî rengî biparêzin û rêz bigirin.”

Cem Erdost Îleriyî jî di konserê de li tembûrê daye û strana “Bugün Bayram Günüdür” (Îro roja cejnê ye) tevlî Aslanî straye.

Mîkaîl Aslan wê îro li Sêwregê konserekê bide. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye