Rahibê İspanyolî Miguel Servetus, alimekî ye ku li ser gera xwînê ya laşê mirovî, lêkolîn kirîye. Wekî dî wî di heqê Esasên Hristiyanîyê ku bawerîya Baba-Oğul-Ruh-ül Kudüs (Kutsal Ruh) yanî Teslisê rexne xistibû. Di wan babetan da wî kitêbek jî weşandibû. Wî îşaret bi alîyên mirovî û ruhanî yên Hz. İsa kiribû ku ew bûbû sedem ku di Dadgeha Engizisyonê da were darizandin. Loma Miguel Servetus, bûbû mehkumê ku lê tê gerandin. Ji ber wê bû ku wî terka İspanyayê kiribû û demek li Fransayê gerîyabû. Paşê rîya wî bi Cenevreyê dikeve. Wê çaxê rêvebirê Cenevreyê Jean Calvin (1509-1564) e. Jean Calvin, teologek e ku ew digel Martin Luther (1483-1546) di bizava reformên di dîn da xebitî ye.
Jean Calvin, haya wî ji xebatên Miguel Servetus û doza wî ya li Dadgeha Engizisyonê hebû. Wî Miguel Servetus avête zindanê. M. Servetus li zindanê, tazî tê hiştin. Ew bi her du dest û pîyan ve li dîwêr tê pismarkirin. Zindan gelek tarî ye û serma pir e (zêde ye). Xwarin û av nadin pê. Ev zindan di rewşeke welê da ye ku gelek dengên bilind û qelebalix li hemî alîyên zindanê belav dibe. Loma razan û bihîstina dengê wî ne mikun (mumkun) e.
Calvin, piştî çar-pênc rojan Servetus li zindanê zîyaret dike. Miguel Servetus, pir bêhal e. Xwîna ku ji birînên pismarên dest û pîyan hatibûn, hişk bûbûn û di bin pîyên wî da kom bûbûn. JI ber ku ew di dest û pîyên xwe da bi dîwar ve hatibû pismarkirin û dalaqandî mabû, êşên pir mezin, pi giran dikêşand. Jean Calvin, bê ku li rûyê Servetus binêre; ”Eger tu tiştên nivîsîne û kitêba xwe red bikî, ger tu bêjî ku Kilîse / Dêr heq e, ji dêrê doza lêborînê bixwazî, em dê te serbest berdin (azad bikin), xwarin û av bidin te, birînên te derman bikin.” dibêje.
Rahîb (keşîş) Miguel Servetus, tu tiştek nabêje. Li nav çavên Calvin req dinêre û biêşandî dikene. Calvin, ji wê kenînê gelek aciz dibe. Li hember wê kenînê, hiş û aqilê Calvin tevlîhev dibe, serubino dibe. ”Digel hew qas êşkenceyê, mexdurîyetê, ev zilam çima nemirîye? Ew hêza kenînê ji kê derê sitandîye? Tew, ev zilam, di rewşeke weha da jî xwe azad hîs dike, Tew ew xwe di mewkîyeke ji min berjortir da dibîne.”..
Calvin, dema bi wan hest û fikran terka zindanê dike, li ser derenceyan, ji alîkarên xwe yên nik xwe ra fermana ”înfaz bila hema dest pêke” dide. Jibo ku ”ew bi lez nemire, zêdetir êşê bikêşîne, şaxên bi pelên şîn bixebitînin” dibêje.
Rahîb Miguel Servetus, bi qazuxê ve girê didin. Wî di nava êzingan da datîin. Agir bera êzingan didin (1553).
* Calvin, li dijê kenîna Miguel Servetus ya biêş, ”ev zilam, vê hêzê ji kê derê distîne, ev zilam, difikire ku di rewşeke welê da jî ew xwe azad dihesibîne” dibêje û ecêbmayî û heyîrmayîya xwe nîşan dide. Azadî, di manayek da rewşeke ruhîyetê ye. Dema hûn bawerîyê bi nivîsarên xwe û bi axiftinên xwe bînin, hûn dê wê di her rewşê da biparêzin. Ev we azad dihêle (azad dike).
* Jean Calvin, dengên nalînên Servetus û heta dawîya ku laşê wî dibe xwelî, temaşe dike. Jîyana Rahîb Miguel Servetus ku bi rojan tî û birçî hatibû hiştin û bêhal mabû, di demeke kurt da di nav mêledema agirê ku bilind dibû da bi dawî hatibû. (Stefan Zweig, Sebastian Castellio, Calvin´e Karşı, ya da, Bir Vicdan Zorbalığa Karşı, Çev. Mustafa Topal-Kıvanç Koçak, İletişim Yayınları, 2018 İstanbul, s. 107-127)
Tê gotin ku di vê kitêbê da di navbera Sebastian Castellio (1515-1563) û Jean Calvin da gengeşe çêbûne. Di kitêbê da beşên bûyera Servet (”Servet Olayi”), Qetla Servet (”Servet´in Katili”) hene. Sebastian Castellio, îlahîyatçîyekî ye, vaîzekî ye.