Mîçotakîs: Serdana Mesrûr Barzanî Barzanî bo Yûnanistanê serdaneke dîrokî ye

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 11ê Hezîrana 2021ê, li paytext Atînayê bi Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis re civiya. Serokwezîrê Yûnan serdana Mesrûr Barzanî wekî serdaneke dîrokî ya pêşvebirina pêwendiyan di navbera herdu welatan de wesif kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di civînê de pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê û geşedanên Iraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî bal kişandina ser pêwendiyên dostane û dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê, daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşvebirina pêwendiyên du alî dûpat kir, bi taybetî di warê veberhênan û danûstandinên bazirganî de. Hêviya xwe jî anî ziman ku di siberojeke nêz de Serokwezîrê Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê bibîne.

Serokwezîrê Yûnanistanê kêfxweşiya xwe bi serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û weke serdaneke dîrokî bi nav kir ku cara ewil serokwezîrekî Herêma Kurdistanê serdana Yûnanistanê dike.

Serokwezîrê Yûnanistanê amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên hemû aliyan ligel Herêma Kurdistanê nîşan da û destnîşan kir ku di demeke nêz de, bi yaweriya şandeke bilind a hikûmetê û veberhênerên Yûnanistanê, serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, geşedanên herêmê bi giştî, rûbirûbûna metirsî û gefên terorê û şerê dijî DAIŞê, çend mijarên din civînê bûn.

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû