MGK: Wê operasyonên derveyî sînor bênavber berdewam bikin!

.

 Lijneya Ewlekariya Tirkiyê (MGK) civiya û piştî civînê hat ragihandin ku operasyonên wan ê li ser xaka Herêma Kurdistanrê wê bê navber berdewam bikin.

MGK bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û beşdariya hejmarek wezîr, fermandar, Serokê MITê û Endamên Desteya Şuraya Leşkerî li Enqere civiya. 

Hat ragihandin ku yek ji mijara sereke ya civînê operasyonên leşkerî yên li derveyî sînor bû û biryar hat dayîn operasyon berdewam bikin.

Piştî civîna ku 5 saetan dom kir, bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin, operasyonên derveyî sînor yên artêşê bi rêzgirtina serwerî û yekrêziya axa welatên cîran wê bênavber berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de li ser armanca operasyonê jî hat îdiakirin ku ew operasyon li gel ewlehiya Tirkiyê ji bo avakirina ewlehî û aramiya welatên cîran têne kirin.

Hêjayî gotinê ye, ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê ku bi hinceta PKKê pêk tîne, ziyaneke mezin a madî gihîştiye xelkê Herêma Kurdistanê û hejmarek zêde gund jî vala bûne.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn