Mezlûm Kobanî li ser vegera Pêşmergeyên Rojava axivî

.

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser rawestandina diyalogên navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyanî dan.

Ebdî bang li ENKS û PYNKê kir ku vegerin danûstandinan û destnîşan kir, mijara leşkerî ya Peşmergeyên Roj di çarçoveya Peymana Duhokê de tê çareserkirin.   

Mezlûm Ebdî ji ajansa ANHA re daye xuyakirin: "Diyalog û danstandinên di navbera ENKS û PYNKê de, ji bo yekkirina xîtab û helwestê ye. Wekî aliyekî garantor û sponer li gel aliyê Amerîkî yên dost em hîna bi helwesta xwe ve girêdayî ne."

Ebdî diyar kir, "Yekîtiya kurdî ji bo me mijareke stratejîk a xwedî girîngiyeke ji bo pêşeroja gelê me û daxwaza wê ya rêxistinkirina mala navxweyî ye."

Mezlûm Ebdî li ser mijara leşkerî ya danûstandinên navbera ENKS û PYNKê got: "Mijrên ku her du alî di ragihandinê hev din tawanbar dikin astmosfêreke neyînî afirand, bi taybet mijara leşkerî û pêşmergeyan ku berê hatiye diyarkirin û her çareseriyeke ji bo vê mijarê dê di çarçoveya Peymana Duhokê de be."

Fermandarê Giştî yê HSDê bang li her du aliyan (PYNK û ENKS) kir ku li diyalogan vegerin û wiha axivî: "Ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên gelê Kurd û gelê Sûriyê bi giştî bi hemû pêkhateyên wê di pêşerojeke ronî de li ser esasê lihevkirin, hezkirin û girtina berjewendiyên giştî li ser berjewendiyên partiyetî yên teng, em bang li birayên xwe yên di Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd de û birayên me di Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de dikin ku bi rihê berpirsyartiyê tevbigerin, li maseya diyalogan vegerin da ku nîqaşên li ser xalên bi nakok rû bi rû û ne bi rêya ragihandinê bikin."

Mezlûm Ebdî diyar kir ku diyaloga kurdî beşek ji pêvajoya berfireh a têkildarî Sûriyê ye û gotir: "Beriya niha me teqez kiribû ku diyaloga kurdî-kurdî li Sûriyê beşek ji pêvajoya berfireh a diyaloga sûrî-sûrî bi giştî ye, nabe herdu ji hev werin cudakirin, em hîna bi hemû enerjiya xwe kar dikin da ku vê pêvajoya zehmet û giran bi ser bixin, ku pêşeroja Sûriyê û gelê wê piştî 10 salan ji serhildan û tevgera gel li ser sekinî ye."

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin