Mezlûm Ebdî û Nûnerê Amerîkayê bi hev re agirê Newrozê vêxistin

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Amerîkayê David Brownstein, li Rojavayê Kurdistanê agirê Newrozê bi hev re vêxistin.

Dîmenên ku Mezlûm Ebdî û David Brownstein digel hev agirê Cejna Newrozê vêdixin hatin belavkirin.

Piştî vêxistina agir ahenga Newrozê ya bi beşdarîya şervanên HSDê hat destpêkirin û Cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Hêjayî gotinê ye piştî belavbûna van dîmenên ku medya Rojavayê Kurdistanê belav kirine, li Tirkiyê bertek bo beşdariya nûnerê Amerîkayê ligel Mezlûm Ebdî hatin nîşandan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye