Mezlûm Ebdî spasiya Mesrûr Barzanî kir

.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber wefata dayika Mezlûm Ebdî (Mezlûm Kobanî) peyama serxweşiyê weşandibû. Li hember vê jî îro Mezlûm Ebdî spasî li Mesrûr Barzanî kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di peyama xwe de ragehand:

"Birayê hêja birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî;

Em gelek spasiyê dikin ji bo hevxemî, serxweşî û hestên we yên dilsozane yên beranber wefata dayika min. Em ji we re temenekî dirêj dixwazin. Ji xwedayê mezin dixwazin ku xêrê bike para we û dilê we bi şîna hezkiriyên we neêşîne.

Em hêvîdarin ku di rojên pêş de ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re bixebitin."

Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk
22wê Rêbendana 2021ê

Xezne Hac Hisên (86) dayika Mezlûm Ebdî ye. 19yê Rêbendanê li Kobaniyê di mala xwe de wefat kir. Sedema wefatê krîza dil bû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye