Mezlûm Ebdî: Pilana Erdogan ya bicîhkirina milyonek kes pir xeter e!

Erdogan gotibû, dê milyonek Sûrî li “herêma aram” bicîh bikin

Navenda Nûçeyan- Fermandeyê giştî yê Hêzên Sûrîye Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bersiva Erdogan da û ragihand, ewa ku Erdogan behsa wê dike, pir xeter e!

Serkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan pêr gotibû, ewê milyonek penaberên Sûrî li bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê yên Rojavayê Kurdistanê, ku niha wek herêma aram ji alîyê Tirkîyê ve hatine dagîrkirin, bicîh bikin.

Li ser vê mijarê, fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser twîttera xwe daxuyanîyek da û got: ‘‘Bicîhkirina miloyanek kes li bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê‘‘ pir xeter e ji ber ku ew (Erdogan) dixwazin kesên bîyanî li van bajaran bi cîh bikin.

Mezlûm Ebdî her wiha ragihand, Rûsya û Amerîka ji rêgirtina li pêşîya guhertina demografîya herêmên dagirkirî berpirsyar in û bang li wan kir ku sozên xwe bi cîh bînin û mekanîzmeya vegera niştecihên resen deynin.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir