Mezlûm Ebdî peyamek ji civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re şand

.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk peyamek ji civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re şand û diyar kir ku divê bi dehhezaran çeteyên DAIŞê û malbatên wan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, neyên jibîrkirin. Her wiha banga vegerandina wan ji welatên wan re kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê peymek ji civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê şand ku biryare îro li paytexta Îtalya li Romayê were encam dan.

Naveroka peyama ku Mezlûm Ebdî duh li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye, wiha ye: "Koalîsyona Navneteweyî wê sibê bicivin da ku têkçûna DAIŞê û misogeriya pêkanîna serkeftina mayînde nîqaş bikin, divê em ji bîr nekin ku hîna bi deh hezaran jin, zarok û çeteyên DAIŞê di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

Herwiha Mezlûm Ebdî ragihandiye ew bang li koaslîsyonê dikin ku wan kesan vegerînin welatên wan û piştgiriya bernameya xwendinê û têkoşîna li dijî hêzên tundraw bikin. Her wiha piştgiriya avakirina istîqrar û geşkirina aborî li herêmên rizgarkirirî bikin, da ku sedemên bingehîn ên tundrew werin çarserkirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn