Mezlûm Ebdî li ser qetilkirina du jinan peyameke sersaxiyê belav kir

.

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li Hesekê li ser revandin û qetilkirina du jinên di rêveberiyên xwecihî de, peyamek belav kir û tê de got, “Ev tawan armanckirina jina azad û nirxên demokrasiyê ye.”

Mezlûm Ebdî ragihand, şehîd Seide El Hermas û şehîd Hind El Xezîr di dema pêkanîna erkên xwe de li navçeya xwe bi destê xiyanet û necamêran hatin kuştin û got, “Ev tawana qirêj armanckirina jina azad û nirxên demokrasiyê ye.”

Fermandarê Giştî yê HSDê sersaxî da malbatên herdu berpirsên jin ên Rêveberiya Xweser destnîşan kir: “Em soz didin gelê xwe ku em dê li pey şaneyên tawanê bigerin, daku dadwerî pêk bê.”

Her du jinên berpirsên Rêveberiya Xweser, Seide Feysel el Hermas û Hind Letîf el Xidir, êvara înê 22ê Çile hatibûn revandin û piştî rojekê cenazeyê wan li derdora bajarê Hesekê hatibû dîtin.

Rêxistina terorîst DAIŞê, berpirsyariya kuştina her du jinan li xwe girtibû.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye