Metran Beşar: Hatina Papa bo Hewlêrê tê wê wateyê ku Kurdistanê gelekî xizmeta mesîhiyan kiriye

.

Berpirsekî Kildaniyên Hewlêrê dibêje, serdana Papayê Vatîkan bo Hewlêrê peyamek e bo cîhanê ku Herêma Kurdistanê gelekî xizmeta mesîhiyan kiriye.

Sibê (5 Adarê) Papayê Vatîkanê Papa Fransîs serdana Iraqê dike. Li gorî bernameya serdanê, Papa dê roja 7 Adarê jî serdana Hewlêrê bike û li Hewlêrê li nav bi hezaran kes de nimêjeka ayînî bike.

Li ser girîngiya serdana Papa bo Kurdistanê, serokê usqifiya Kilidaniyan li Hewlêrê, Metran Beşar Werde ji BasNewsê re got, serdana Papa bo Kurdistanê dê bibe sebeba wê yekê ku mêvandostî û pêkvejiyana aştiyane li Kurdistanê, bala hemû cîhanê bikşîne.

Metran Beşar Werde her wiha got, peyameka Papa bo Iraqê heye, ew jî ew e ku “em hemû bira ne”. Dema mirov li bernameya serdana wî dinêre, dibîne ku tenê bo mesîhiyan nayê, çimkî serdana hinek cihan dike ku li wan deran mesîhî najîn. Ev jî bo wê yekê ku ji her kesî re bêje “em birayên hev in”.

Wî mezinê mesîhî da xuyakirin jî, hatina Papa bo Hewlêrê vê peyamê dide cîhanê ku Herêma Kurdistanê gelekî xizmeta mesîhiyan kiriye û Kurdistan warê pêkvejiyana aştiyane ya gelan û ayînan e.

Bi gotina Metran Beşar Werde, wan ji ber vîrusa Koronayê hejmara kesên ku dixwastin beşdarî nimêja Papa bikin, ji 40 hezar kesî daxistine 10 hezar kesî. Kesên ku beşdar dibin jî dê şîretên tenduristiyê bicîh bînin paşê beşdar bibin. Bê guman di warê ewlehiyê de jî tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan