Rêxistina Efûya Navneteweyî hişyariyeke lezgîn da ku herî kêm 20 kesên din ku di xwepêşandana meha Befranbarê de hatine girtin, di bin xetereya darvekirina lezgîn de ne. Li gorî daxuyaniya rêxistinê, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê heta niha herî kêm 34 girtiyên xwepêşandanan dar vekirine. Rêxistinê banga rawestandina van biryaran kir ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatine pejirandin.
Di nav kesên ku cezayê darvekirinê bi ser wan hatiye sepandin, du kes hene ku di dema bûyeran de temenê wan bin 18 salî re bûye. Efûya Navneteweyî bal kişand ser ku dadgehên şoreşê tohmetba ji mafê hebûna parêzeran bêpar kirine, îşkence, şoka elektrîkê û lêdan li dijî wan bi kar anîne da ku îtrafên bi zorê jê wan wergirin.
Herwisa di raporê de hat diyar kirin ku piştî alozî û şert û mercên şer, zextên navxweyî zêdetir bûne û darvekirin gelekî zêde bûne, ku ev yek binpêkirina mezin a mafên mirovan nîşan dide. (KM)