Mesud Barzanî: "Şewtandina ala Kurdistanê şerm û rûreşî ye"

Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li ser bûyera şewitandina ala Kurdistanê li bajarê Amûdê ji aliyê alîgirên PYD ve peyamek weşand.

Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li ser bûyera şewitandina ala Kurdistanê li bajarê Amûdê ji aliyê alîgirên PYD ve peyamek weşand.

Barzanî di peyama xwe de silav û rêzên xwe jibo xelkê Amûdê pêşkêşdike,û tekezdike ku para wan kesên ku ala neteweyî kurdî dirandin û şewitandin şerm û rûreşî ye.

"Ala Kurdistanê ala xwîna şehîdan û sembola pekvejiyan û aştîxwaziyê ye. Ez ji we re tekezdikim ku rêya welatperweriyê û hestê kurdeyatiyê dê biserkeve, û dê tenê rûreşî jibo wan kesan bimîne yên ku ala Kurdistanê dişewitînin û ciwanên kurdan îşkence dikin. Ew dê her rojekê baca van tawanên xwe bidin."

Hejayî gotinê ye ku roja îna bûrî, komek ji alîgirên PYD êrîşî baregiha ENKS li bajarê Amûdê kirin û piştî şikandin û talankirina keresteyên têde, ala kurdistanê ji ser banê baregihê daxistin û piştre ew dirandin û şewitandin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin