Mesûd Barzanî li ser êrişên Efrînê: Em gelekî nîgeran in

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek li ser êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de nîgeraniya xwe li hember êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê aniye ziman û daxwaz kiriye, ew êriş bên sekinandin û arîşe û alozî bi diyalogê bên çareserkirin.

Naveroka peyama Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Em bi êriş û bordûmkirina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çend hêzên din ve û candan û qurbanîbûna xelkê sivîl yên wî bajarî gelekî nîgeran in.

Em hêvîdar in di zûtirin wext de ew êriş bên sekinandin û canê welatiyan were parastin û êdî ji vê zêdetir berfireh nebe û encamên xirab li dû xwe nehîne. Li gorî ezmûnên herêmê, şer û alozî tenê kirîz û kêşeyan kûrtir dike, ji ber wê jî baştirîn çare ew e ku bi rêbazên aştiyane kirîz û kêşe bên çareserkirin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin