Mesûd Barzanî: Jinan di xebata kurdan de roleke mezin lîstin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî bi hilkefta 65. sala damezirandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek weşand.

Bi hilkefta 65 saliya damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir:

 

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi hilkefta 65yemîn salvegera Yekîtiya jinên Kurdistanê ez gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî sekreter û endamên Yekîtiya jinan û hemû jinên Kurdistanê dikim.

Rola Yekîtiya jinên Kurdistanê di xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê de di hemî qonaxan de girîng û bi bandor bû. Herwiha para herî mezin ji êş û azarên gelê me li ser milê jinan bû, ku rolekî mezin dîtine di xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê de.

Di qonaxa niha de erkê Yekîtiya jinên Kurdistanê ji hemû qonaxan hestiyartir e. Pêwêst e Yekîtiya jinan bibe çavkaniya hişyariya neteweyî û niştimanî û pêgehandina jinan bo piştevanîkirina doza gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û ji bo rûbirûbûna astengiyên ku niha li pêşiya gelê Kurdistanê ne.

Ez hêvîdar im ku ev hilkefta han bibe derfetek bo wê yekê ku Yekîtiya jinên Kurdistanê bi moraleke zêdetir kar bike; ji kêmkirin û nehiştina êş û azarên jinan û parastina mafên wan di nav malbatê de, heta li cihê kar û di hemî warên din ên civatê de.

Mesûd Barzanî

11-12-2017”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin