Mesûd Barzanî cardin hişyar kir: Erebkirina Kerkûkê nayê qebûlkirin!

Mesûd Barzanî li navçeya Selahadînê di civîna xwe ya li gel rûspiyên civakê de got, polîtîkayên erebkirina Kerkûkê û li herêmên din ên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî li navçeya Selahadînê bi rûspiyên civakê re kom bû. Barzanî di wê civînê de bal kişand ser erebkirina Kerkûkê û herêmên din ên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê û got, ew polîtîkayên erebkirina wan herêman nayê qebûlkirin.

 

Barzanî di axaftina xwe de got, "Xelkê Kurdistanê bi nirxên xwe yên exlaqî û çanda xwe ya pêkvejiyanê li hemberî aliyên etnîkî û dînî yên din bi rêz tevdigere. Em ê destûrê nedin ku aloziyên navbera hikûmetan gelan bînin hemberî hevdu. Polîtîkayên erebkirinê ji bo gelan dibe sedema encamên xeternak ên mezin."

Mesûd Barzanî derbirî ku ew dê her tim li gel xelkê Kurdistanê bin û ew ê destûrê nedin binpêkirina mafên mirovan û got, "Divê xelkê Kurdistanê li dijî zilma zaliman hêviya xwe wenda neke."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin