Di wê hevdîtinê de peywendiyên dûalî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kirin û li ser hûrgiliyên 4emîn konferansa pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ku li bajarê Hewlêrê hatiye sazkirin û bi pêngaveke girîng û serkeftî dan zanîn ku dibe sedema bihêztirbûna pêwendiyên aborî yên di navbera Kurdistanê û Îranê de.
Herwiha di heman civînê de di derbarê rewşa siyasî û pêşketinên Iraq û navçeyê de danustandina fikrî hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye di vê civînê de Konsûlê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê Murteza Ebadî jî amade bû.
(Sputnik)