Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê li ser êrîşan axifîn

.

Di derbarê êrîşên do bi şev ên ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û serbazgeha artêşa Tirkiyê ya li Başîqayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bi rêya telefonê axifîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, do bi şev pêwendiyeke telefonî encam dan û êrîşên li Hewlêr û Başîqayê gotûbêj kirin.

Her du aliyan bi awayekî herî tund êrîş şermezar kirin û dan zanîn, ew ê ji nêz ve di pêwendiyê de bin û lêkolînên li ser êrîşan jî berdewam in.

Do bi şev, êrîşek li dijî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke ku TNT kirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan hatiye kirin.

Wezaretê herwiha eşkere kir, tu ziyaneke canî nebûye û tenê ziyanên madî derketine holê û ji bo diyarkirina cihê hatine dronê lêkolîn berdewam in.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye