Mesrûr Barzanî û General Roberson civiyan: Rojev yekxistina hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasiyonên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson bi hev re civiyan.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasiyonên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson di hevdîtinekê de li ser mekanîzma guncaw bo yekxistina refên hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û bihêzkirina wan hêzan gotûbêj kirin.

 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî doh roja 12ê Îlona 2018 pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasiyonên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson û şandeke pê re kiriye.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku “di civînê de behsa pêşhat û bûyerên siyasî û leşkerî yên li deverê bi giştî û herwiha qonaxên şerê dijî terorîstan hatiye kirin.”

 

Ofîsa Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kiriye, ku di civînê de “General Patrick Roberson behsa qonaxên dawî yên şerê li rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên heyî yên ji bo derkirina terorîstan kiriye û  her du aliyan hewldanên dîplomatîk ên vê dawiyê yên Amerîkayê yên taybet bi şerê dijî DAIŞê bi girîng wesif kirin.”

Di beşeke din a civînê de “her du aliyan nêrînên xwe yên derbarê mekanîzma guncaw ji bo yekxistin û bihêzkirina hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê pev guhertine.”

 

Li gorî daxuyaniyê, “Mesrûr Barzanî û General Roberson dilgiraniya xwe ya li hember êrişên Îranê yên bo ser Koyeyê di destpêka vê heftiyê de nîşan dan û eşkere kirin ku kiriyarên bi vî rengî xizmeta aramiya deverê nakin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin