Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Joe Biden kir  

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tiwîtekê kêxweşiya xwe ji bo destbikarkirina îdareya nû ya Amerîkayê nîşan da û hêviya xwe anî ziman ku ji bo vegerandina baweriyê bo herêmê, her du alî  ji nêz ve bixebitin.

Serokê îdareya nû ya Amerîkayê Jeo Biden û cîgira wî Kamala Harris duh di merasîmekê de sonda yasayî xwarin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêxweşiya xwe ji bo destbikarkirina îdareya nû ya Amerîkayê bi serokatiya Jeo Biden û Cîgira Serok Kamala Harris nîşan da.

Mesrûr Barzanî di tiwîtekê de diyar kir: “Ji bo bihêzkirina hevpariya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û vegerandina baweriya pêwîst bo herêmê, ez bi kelecan li benda karkirina ligel we me.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye