Mesrûr Barzanî: Li Rojava rêkeftineke nû divêt

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Operasyonên Hevbeş yên Taybet li Iraq û Sûriyê civiyan û dawî pêşhat û egerên navçê bi giştî û qonaxên şerê li dijî terorê guftûgo kirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Tîma Operasyonên Hevbeş ên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de dawî pêşhat û egerên navçê bi giştî û qonaxên şerê li dijî teroristan dawî pêşhatên taybet bi rewşa rojhilatê Firatê li Sûriyê hatin guftûgokirin.

Di wê derbarê de, Mesrûr Barzanî bi pêwîstî zanî ku rêkeftineke nû di navbera hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de were kirin, ji bo mafê gelê xwe di guhartinan de bicih bikin.

Her di wê hevdîtinê de, behsa tevgera DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û rol û hevahengiya di navbera hêzên Amerîkî, Iraq û Herêma Kurdistanê de hatin kirin, ji bo rêgirî serîhildan û geşekirina grûpên terorist were girtin û aramî li Iraqê bi giştî û li navçeyên rizgarkirî bi taybet were peydakirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin