Mesrûr Barzanî: Ji ber canjidestdana 27 penaberan xemgîn im

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragihand ku ji ber canjidestdana 27 penaberan li Kanala Îngilîz (navbera Fransa û Brîtanyayê) gelek xemgîn bûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez gelek xemgîn im ji ber şeva borî canjidestana 27 penaberan li Kanala Îngilîz, ku dibe hejmarek ji wan Kurd bin, em ji bo diyarkirina nasnameyên wan dixebitin. Em hevxemiya xwe jî ji bo malbatên wan tînin ziman.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ev bûyer metirsiya koçkirina neyasayî û wan qaçaxçiyan tîne bîra me ku xelkê ber bi mirinê ve dibin. Divê em hemû bi hev re rê li ber wan bigrin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê