Mesrûr Barzanî: Îro ne tenê bîranîna azadkirina Kobanê ye, bîranîna yekbûna gelê Kurd e

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya salvegera 6emîn a azadkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji destê dagirkeriya DAIŞê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, rizgarkirina Kobanê wekî bîranîna yekbûna gelê Kurd li dijî dijminekî hevpar bi nav kir.

Serokewîr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Îro ne tenê bîranîna azadkirina Kobanê ye ji dagirkerî û zordariya DAIŞ’ê. Belku bîranîna yekbûna gelê Kurde jî li dijî dijminekî hevpar. Eve jî bîranînek bihêze ku hertim bi hevrêzî serketîtirîn.”

Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, 26ê Çileya 2015an bi têkoşîna şervanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, hawarçûn û hevkariya Pêşmerge û êrîşên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ji destê rêxistina terorîst DAIŞê hatibû rizgarkirin ku li Cîhanê karvedaneke mezin a dîrokî çêkiribû.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin