Mesrûr Barzanî guhdariya hejmarek ciwanên Kurdistanê yên afrîner kir  

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî guhdarîkirina li hejmarek ciwanên afrîner ên Herêma Kurdistanê ragihand, astengiyên li pêş projeyên ciwan derdikevin dê li Encûmena Wezîran guftûgo li ser bêne kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya taybet a “Facebookê” girtevîdyoya pêşwazîkirina li hejmarek ciwanan belav kir û nivîsî: “Min vê hefteyê dema xwe ji bo guhdarîkirina li hin ciwanên afrîner ên Kurdistanê veqetand, ew bi bîrokeyên nû rûbirûyî pirsgirêkên li pêş wan radiwestin dibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, Hikûmetê girîngiyeke taybet ji bo pêşxistina sektora taybet daye, soz jî daye ku astengiyên li pêş projeyên ciwan derdikevin dê li Encûmena Wezîran guftûgo li ser bên kirin.

Di hevdîtina xwe de ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re, wan ciwanan behsa astengî û arîşeyên di dema karkirina wan li ser bîroke û dahênanên xwe dikin de li pêş wan derdikevin kirin kirin.

Ciwanên bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civîne, xweşhal in ku wan behsa astengî û arîşeyên li pêş wan derdikevin kirine û ji nêzîk ve guh li wan hatiye girtin û dibêjin, hesteke xweş e ku Serokwezîr guh bide astengiyên wan.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin