Mesrûr Barzanî êrîşa li dijî malbata Kurd a li Konyayê şermezar kir

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê êrîşa li dijî malbata Kurd a li Konyayê şermezar kir û diyar kir: “Ez hêvî dikim encamderên vê bûyerê bigîhin cezayê xwe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek li ser êrîşa li dijî malbata Kurd belav kir û da zanîn: “Ji ber nûçeya êrîşa hovane ya li dijî malbata Kurd li bajarê Konya yê Tirkiyê, ez gelekî xemgîn bûm.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Hikûmeta min sersaxî dide malbata wan û ez hêvî dikim encamderên vê bûyerê bigîhin cezayê xwe.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye