Mesrûr Barzanî: Erebkirina bajarên Kurdistanî nayê qebûlkirin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, pêwîst e rewşa Kerkûk û Xurmatûyê zûtir asayî bibe, ev rewşa niha ya hatiye spandin û destpêkirina Erebkirina navçeyên Kurdistanî bi ti awayekî nayin qebûlkirin.

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes û Kunsulê Brîtanya li Hewlêrê  û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên navçê hatin guftûgokirin û her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên curbicur yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de kirin.

Balyozê Brîtanya piştevaniya xwe ji danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dupat kir û tekezî li ser pêwîstiya gihêştina bi zû ya encamên wan guftûgoyan kir. Herwiha hêvî xwast hilbijartinên herêm û Bexdayê yên di îsal de bi serkeftin bi rê ve biçin.

Di çarçova vê hevdîtinê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Kerkûkê de ragihand, ev rewşa niha hatiye sepandin û destpêkirina Erebkirina wan deveran bi ti awayekî nayin qebûlkirin û pêwîst e bi hevkariya hemû aliyan bi zû bê rawestandin û rewşa van navçeyan li gor destûrê bê asayîkirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dupat kir, şaşbûnên Bexdayê sedema duristbûna bêbaweriyê di navbera pêkhateyên Iraqê de ye û ta ew bîra hukimraniyê ya Bexdayê bi vî awayî bimîne, zemîneya serîhildana pirsgirêkên siyasî berdewam dibin û valahiyeke libar ji bo derketina bîra tundrewiyê amade dike, ji ber wê û ji bo dubarenebûna pirsgirêkan, pêwîst e bawerî û dilniyayî ji hemû pêkhateyan re bê vegerandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin