Mesrûr Barzanî: Em dixebitin ku jin parastî bin û pêş bikevin

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek ji bo Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinan û destpêkirina helmeta 16 rojî ya rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan belav kir û diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna zemîneke guncaw dixebite, ku jin parastî bin û pêş bikevin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dazanîn: “Hikûmeta Herêmê pabend e bi parastin û dakokîkirina mafên jinan û bihêzkirina pêgeha wan di nava hikûmet û civakê de û kultura rêzgirtina li bingehên mafên mirovan û wekhevî û dadperweriya civakî û nehiştina tundûtûjî û hemû cudakariyên li ser bingeha regezê.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Em di Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundûtûjiya dijî Jinan û destpêkirina helmeta 16 rojan a ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya dijî jinan de, pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piştevanîkirina mafên jinan û nehiştina hemû cûre cudakariyên regezî û nehiştina tundûtûjiyê bi giştî û tundûtûjiya li dijî jinan bi taybetî, dûpat dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna zemîneke guncaw dixebite, ku jin parastî bin û pêş bikevin, bi awayekî ku bikarin bi jêhatîbûna xwe ve weke beşeke sereke ya di hemû civaka Kurdistanê de beşdar bibin.

Hikûmeta Herêmê pabend e bi parastin û dakokîkirina mafên jinan û bihêzkirina pêgeha wan di nava hikûmet û civakê de û kultura rêzgirtina li bingehên mafên mirovan û wekhevî û dadperweriya civakî û nehiştina tundûtûjî û hemû cudakariyên li ser bingeha regezê.

Loma ji hemû aliyên pêwendîdar û bi taybetî ji saziyên perwerdehiya nava hikûmetê û derveyî hikûmetê rêxistinên civaka sivîl, saziyên olî û dezgehên ragihandinê daxwaz dikim ku hevkar û alîkarên hikûmetê bibin û rola xwe ya girîng a pêşvebirina kultura lêborînê û hişyariya civakê û nehiştina tundûtûjî û diyardeya civakî pêk bînin, çimkî rûbirûbûn û nehiştina tundûtûjiyê, erkê hemû civakê ye û divê her kes ji bo nehiştina vê diyardeya ne şaristanî bixebitin.

Ez hêvîdar im Herêma Kurdistanê bi hevkariya hemû aliyan, nimûneya pêşveçûna parastina mafên mirovan bi giştî û nehiştina hemû cûre tundûtûjiyê bibe, bi taybetî tundûtûjiya li ser bingeha regezê.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

25ê Mijdara 2021ê

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê